Nûman: Sala 21’ê em ê pergala Îmraliyê parçe bikin!

Yek Fermandarên HPG’ê Botan Nûman Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: "Bi berxwedana û têkoşînê wê sala 21’ê bikin sala serketinê."

Yek ji Fermandarên HPG’ê Botan Nûman li ser salvegera 20’ê ya Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan ji ANF’ê re axivî.

‘KOMPLOGER NE LI BENDA BERXWEDANEKE MEZIN BÛ’

Nûman diyar kirin ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe sala 21'ê bikin sala serketinê. Nûman wiha got: “Em komploya navneteweyî şermezar dikin û yên ku li hember komployê bedena xwe dan ber agir, li derdora Rêbertî bûn çemberek, bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ew agirê ku wan gur kir li Kurdistanê belav bû. Armanca komplogeran di şexsê Rêber Apo de tinekirina gelê Kurd bû. Ne li bendê bûn ku ewqas berxwedanek mezin bimeşe. Li bendê bûn ku PKK belav bibe û perçe bibe. Lê belê gelê Kurd ji dîrokê ders girtibû. Serok Apo bi salan kedeke mezin dabû gelê Kurd. Bi hezaran milîtan avakiribûn. Fikrek, ruhek di nava gelê Kurd de afirandibû. Van hemûyan hişt ku li hember komployê seknek xurt derbikeve."

'KURD TI CARÎ LI BER DAGIRKERIYÊ BÊDENG NABIN'

Fermandarê HPG’ê Nûman çalakiya grevên birçîbûnê silav kir û got, wan ala têkoşeran hildane û wiha pêde çû: "Îro jî li hember dagirkeriyê, li hember tecrîdê bi sedan kes bedena xwe dane bir mirinê. Li derdora Serok Apo bûne xelekek. Ez çalakiyên di pêşengtiya Leyla Guven de hatin destpêkirin silav dikim. Wê demê jî hevalên wek Mehmet Xalit Oral, Aynûr Artan, Selamet Menteş li zindanan bedena xwe dan ber agir û li hember komploye helwestek nîşan dan. Vaye dide diyar kirin ku li hember dagirkeriyê tu carî bêdeng nayê mayîn. Dewletên mêtînger dixwazin komployê nûjen bikin û careke din bi rêyên cuda bixin meriyetê. Lê wekî wê demê îro jî ev dagirkeriyê wê were têkbirin."

'PARADÎGMAYA SEROK APO BÛYE HÊVIYA GELAN'

Nûman destnîşan kir ku eger komplo were pûçkirin wê tevahî gelên bindest qezenç bikin. Nûman got: "Tevgera me ji tecrubeyên berê gelek hêz girt. Paradîgmaya Serok Apo ji bo tevahî gelên bindest bûye heviyek mezin. Qezençkirina gelê Kurd, qezençkirina mirovatiyê ye. Em ê bi fikrê Rêber Apo ve komployê pûç bikin. Azadkirina Serok Apo azadkirina hemû mirovatiyê ye. Me ti carî ev pergala dagirker qebûl nekir. Qeweta me ya vala derxistina komployê pir mezin e. Em dikarin pergala Îmraliyê perçe perçe bikin û Serokê xwe ji zindanê derxin."

'LI DIJÎ TECRÎDÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN ÇIYÊ'

Fermandarê HPG’ê Botan Nûman bibîr xist, çawa di destpêka komployê bi hezaran ciwan wek helwest tevlî nava şoreşê bûn, îro jî bi hezaran keç û xortên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla dibin. Nûman wiha dawî kir: "Ji bo azadkirina Serok Apo û gelê Kurd, pêwîste gelê me her tim di nava serhildanan de be. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê pêwîste li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Bila berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Em dibînin ku li hember Komployê bi hezaran keç û xortên Kurdistanê berê xwe didin çiya. Ji ber dizanin ku Ji bilî berxwedan û tekoşînê ti rêyên me nînin. Em bi tecrûbeyên tevgera xwe, fikra Serokê xwe, berxwedana gelê xwe bawerin. Em ê bikaribin dagirkeriyê bişkênin û pergala Îmraliyê perçe bikin û bi Serok Apo re azad bijîn. Ji bilî vê em ti jiyanê qebûl nakin."