Nûçegihanê RojNewsê çar meh in destgîrkirî ye

Li Herêma Federan a Kurdistanê li gorî qanûnan divê rojnameger neyên girtin lê nûçegihanê RojNewsê Zuber Biradostî çar meh in destgirî ye û nayê darizandin.

Di 21'ê Tebaxê de nûçegihanê ajansa RojNewsê Zubêr Biradostî li herêma Biradost ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate destgîrkirin, heta niha nehatiye dadgehkirin û nayê zanin ji ber çi demê hatiye destgîrkirin. Îro 4 meh in li bajaroka Pîrmam a ser bi parêzgeha Hewlêrê destgirkirî ye.

Heta niha nayê zanîn Biradostî ji ber çi hatiye destgîrkirin. Tevî ku Biradostî rojnameger e û divê li gorî yasaya hejmara 35 a sala 2007'an a rojnamegeriyê ya Herêma Kurdistanê nêzî bibin, lê hîn nehatiya berdanê.

Rojnameger Zûbêr Biradostî di Adara îsal de jî li gundê Deştî Hîrtî ya herêma Biradostî ji aliyê asayîşê ve hatibû destgîrkirin û piştî 24 saetan hate berdan. Piştî ku hate berdan got; "Ez hişyar kirim ku li wan herêmên ku baregehên dewleta Tirk lê ne, divê bi ti awayî daxuyaniyan ji xelkê negirim û qala dagirkeriyê nekim.”

Di zagona rojnamegeriyê de bi ti awayan qala ragirtin û destgîrkirin rojnamegeran nayê kirin.

Her wiha li gorî maddeya 13’an heman qanûnê, divê Desteya Wezîran, aliyên peywendîdar vê zagonê pêk bînin û li gorî wê kar bikin."

Tevî ev hemû qanûn li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine erêkirin jî, lê li Herêma Kurdistanê berevajî rojnameger tên destgîrkirin û li gorî yasayê nêzî wan nabin.