Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Altûn hate bîranîn

Xebatkarê çapemeniya azad, nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn li ser gora xwe hate bîranîn. Dayika wî Turkan Altûn got, "Kurê min rojnamevanê vî gelî bû. Ji ber ku rastî eşkere kir hate kuştin. Lê belê niha bi dehan kurê min hene."

Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ku li Êlihê di 24'ê Sibata 1992'an de ji ber êrişeke çekdarî şehîd hate xistin, di salvegera 28'an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Tevî malbata Altûn her wiha rojnamevan jî tevlî merasîmê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê qurnefîl danîn ser gora Altûn.

Dayika Altûn Turkan Altûn tevî temenê xwe yê dirêj beşdarî merasîmê bû, wêneyê kurê xwe maçî kir û got, "Kurê min rojnamevanê vî gelî bû. Rojekê hat malê qalê kir ku Hîzbûllah mrovan parçe dike û ew jî vê yekê eşkere dike. Eşkere kir. Kurê min ji ber ku rastî eşkere kir hate kuştin. Îro bi dehan kurê min hene."