Nûçegihanê ANF'ê hate berdan, hê bi dehan kes destgîrkirî ne

Rêbaz Hsen ku dema nûçegihanî dikir 25'ê Nîsanê li hêla Asayîşa Silêmanî ve hatî destgîrkirin, piştî bertekan hate berdan. Bi dehan kesên ku destgîrkirî ne ketine grêva birçîbûnê.

Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen dema ku meşa ji bo êrîşên dagirker ên şermezar bike hatibû lidarxistin dişopand hatibû destgîrkirin.

Nûçegihanê ANF'ê ku ev 2 roj in agahî jhê nedihate standin piştî bertekan hate berdan.

CPJ'ê û Nûnerê Efrîkaya Bakur Îgnacîo Mîgûel ku nav rojê daxuynaî dabûn, xwestibûn ku Hesen demildest were berdan û bihêlin ku nûçegihan li herêmê bi azadî karê xwe bikin.

Serokê Navenda Parastina Mafê Nûçeginan (METRO) Diyarî Mihemed jî eynî tişt xwestibû.

Hesen got piştî ku ew hatine berdan rewşa wan baş bûye, behsa şertên destgîrkirinê kir.

Hesen diyar kir bi dehan kes ketine grêva birçîbûnê, 8 jê jin, 55 kes destgîrkirî ne û temenê hinan zêde ye.

Hesen got, ''Nexweşiya dil bi hinan re heye û rewşa wan ne baş e. Ên destgîrkirî gotin heta ku ew werin berdan wê grêva birçîbûnê bidomînin.''

Nûçegihan Hesen got ti têkiliya wan bi çalakiya 25'ê Nîsaê re nebûye, ''Dema ku ji kolanê derbas bûne hatine destgîrkirin. Ew jî weke yên din ketine grêva birçîbûnê.''

Hesen got ew jî di grêva birçîbûnêde bûye, kesên ku piştevanî danê malavahî li wan kir.