Nûçegihan Seda Taşkin dîsa nehate berdan
Rûniştina destpêkê ya doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin a girtî dihat darizandin pêk hat. Dadger, Taşkin berneda û xwest girtî bimîne.
Rûniştina destpêkê ya doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin a girtî dihat darizandin pêk hat. Dadger, Taşkin berneda û xwest girtî bimîne.
Bi îdîaya "Propaganad rêxistinê kiriye" û "Endama rêxistinê ye" doz li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin hatiye vekirin. Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê pêk hat. Piştî ku Taşkin parastina xwe kir, dadgehê biryar da ku Taşkin girtî bimîne.
Rûniştina dozê ji bo 2'ê Tîrmeha 2018'an taloq bû.