Nûçegihan Ataman û 8 kes nehatin berdan

Rûniştina doza darizandina 19 kesan pêk hat, ku 9 jê girtî ne û nûçegihan Ziya Ataman jî di nava wan de heye. Di rûniştina dozê de biryar hate dayin ku girtî 'girtî bimînin'.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi biryarnameyê hate girtin Ziya Ataman jî di nav de rûniştina 4'an a doza darizandina 19 kesan ku 9 jê girtî ne, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat.

Kesên ku bi rengekî negirtî tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Nûçegihan Ataman ku li girtîgehê ji roviyên xwe nexweş ketiye û kesên din ên bi girtî tên darizandin, bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn.

NEHIŞTIN MALBAT Û ROJNAMEVAN TEVLÎ RÛNIŞTINÊ BIBIN

Bi hinceta ku 'salona rûniştinê biçûk e' destûr ji xizmên girtiyan û rojnamevanan re nehate dayin ku tevlî bibin.

Dozgeriya Tirk xwest ku girtî girtî bimînin. Parêzeran jî daxwaza berdanê kirin.

Heyeta dadgehê bi ya dozger kir û biryara girtîmayinê da. Rûniştina dozê jî ji bo 17'ê Çileya 2019'an taloq kir.

Doh jî cezayê girtîgehê li Berpirsyarê berê yê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Midûrê Karên Nivîsê yê heman rojnameyê Înan Kizilkaya û nivîskar Îhsan Çaralan hatibû birîn.

Li gorî tespîta Platforma Piştgirtiya bi Rojnamevanên Girtî, 217 rojnamevan û nûçegihan li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne. 45 ji van xebatkarên medya Kurd in. Tirkiye ji aliyê girtina rojnamevanan ve weke girtîgeha herî mezin a dinyayê tê dîtn.