NPG’ê çalakiya Çelê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîla ya 10’ê Cotmehê ya li Çelê weke ‘çalakiya serketî ya li gorî ruhê demê û taktîkê wê’ pênase kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) gerîlayên 10’ê Cotmehê çalakî pêk anîn û gerîlayên ku dîmen kişandin û hatibûn parvekirin, pîroz kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) ku di malpera HPG’ê de hatî weşandin wiha ye;

“Çalakiya roja 10’ê Cotmehê ya ku ji aliyê hêzên eyaleta we ve li dijî hêzên dagirker ên li Qereqola Gêman a herêma Çelê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke serketî û li gorî rûhê demê û bi taktîkê ye. Li vir rûxandina 2 wesayîtên zirxî yên dijmin û hedefkirina hêzên dijmin ên li derdora qereqolê encam girtiye.

Ji ber vê çalakiya bi serketî fermandariya we û di şexsê we de yekîneya me ya ev çalakî pêk anîn û hemû hêzên eyaletê pîroz dikin. Bi hêviya ku ev performansa we bigihêje astekî bi bandor Ji ber vê sedemê jî em we pîroz dikin û hemû hêzên li qadê bi hezkirin û hurmet silav dikin û hêviya serkeftinên mezin dikin.”