Nobetên Edaletê didomin: Divê piştewaniyê mezintir bikîn

Malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê zilma li girtîgehan şermezar kirin û banga mezinkirina piştewaniyê li civakê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin di roja 142’yan de didome. Malbatan îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, DBP, OHD û MED-DER’ê jî piştgirî dan malbatan.

Di çalakiyê de ewilî Herdem Mervanî axivî. Mervanî, bi lev kir ku demekê dirêje nobeda xwe ya edalete didomînin û wiha got: “Gelek kesan gotinên xwe kirin lê pirsgirêk bi gotinan çareser nabin. Çareserî di tevgerê de ye. Çareseriya ku em dixwazin nehatiyê bi cih. Ji ber ku em muxatabekî nabînin. Yek ji muxatabên me jî wezirê edaletê ye, lê heya niha bersivekê erenî nedaye me. Saziyên sivîl ku piştgiriyê didin me, tên asteng kirin. Ew astengkirin tên wê wateyê ku pirsgirêk zêdetir mezin bibin. Daxwaziya me ew e ku pirsgirekên heyî bên çareserkirin. Banga me li partiyên siyasî û Wezîrê Dadê ew e ku bila ew pirsgirêk werin çareser kirin, heke wê sibê pir dereng bibe.”

Nazîme Boltan jî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha axivî: “Bila nexweşên me demildest bên berdan û em bixwe tedavîya zarokên xwe bikin. Mafên zarokên me binpê dikin. Raporên zarokên me nadin, ji xwe nexweş in li ber çavan in. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan.”

Çalakiya malbatan bi dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 110. de berdewam dike. Çalakiya îro jî ji aliyê dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî Aslihan Tîmûr û dayika Sînan Karel Zeynep Dayan a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê berdewam kir. Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şadiye Kiziltoprak, Bahattîn Karaman û Zeynep Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn û rêveber, çûn serdana nobetê.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn di serdanê de axivî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Karakoyûn got, “Tecrîd li hemû qadên jiyanê belav bûye. Divê ev bêhiqûqî û bêmafî bi dawî bibe.”

Karakoyûn bal kişand ser çalakiyên ku li Amed, Îzmîr û Wanê bi daxwaza edaletê hatine destpêkirin û got, hikûmet li hemberî van daxwazan xemsar e. Karakoyûn tiştên li girtîgehan diqewimin weke bêhiqûqî bi nav kir û destnîşan kir ku divê civak li hemberî vê rewşê li her qadê bertek nîşan bide.

Karakoyûn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ragihand, “Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir dijwar tê kirin û hemû Tirkiye vê yekê dizane. Zêdeyî hezar nexweş bi taybetî Aysel Tûglûk girtî ne. Tedawiya wan tê astengkirin û em dikarin her kêliyê bi wêneyek bi êş re rû bi rû bimînin. Divê di zûtirîn demê de zextên li girtîgehan bi dawî bibin. Divê rayedar di zûtirîn dem de berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê hemû girtiyên nexweş di serî de Aysel Tûglûk demildest bên berdan.”