Nobeta malbatên girtiyan li Amedê dewam dike

Malbatên girtiyên nexweş ku di roja 364. de çalakiya Nobeta Edaletê didomînin gotin, “Zarokên me terkê mirinê tên kirin.”

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyayî lê nayên berdan, di roja 364'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê berdewam kir. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yeîitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan. Di çalakiyê de malbatan bertek nîşanî Wezareta Dadê dan û ji bo tevlibûna yekemîn salvegera nobetê bang li gel, sazî, dezgeh û partiyên siyasî kirin.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axivî û da zanîn ku nobeta wan a edaletê salekê li pey xwe dihêle. Boltan, diyar kir ku ev saleke li edaletê digerin, lê tu edalet nedîtine. Di dewamê de Boltan ev anî ziman: “Nexweşên me yên giran bila werin berdan ku em bikaribin tedawiya wan bikin. Gava hûn wan dibin nexweşxaneyan, raporên zarokên me bidinê. Daxwazên zarokên me bi cîh bînin. Di navbera girtiyan de cihêkariyê nekin. Zarokên me li ber mirinê ne. Tundî û zilmê li wan nekin. Pirtûkên zarokên me kom dikin û dema zarokên me pirsan jê dikin jî li wan dixin û heqaretê lê dikin. Em van heqaretan tu car qebûl nakin. Ne tenê zarokê min, ez zilma li ser tu zarokan qebûl nakim. Em ê heta dawiyê li ser rêça zarokên xwe bin.”

Boltan, anî ziman ku gardiyanan zilm û êşkence li girtiyan dikin û got ku yekane tişta ku girtî di nava çar dîwaran de xwe pê aram dikin pirtûk in, lê ew jî hatine astengkirin an jî desteserkirin. Boltan wiha berdewam kir: “Pirtûkan bi kurê min Civan Boltan ê ku çav û milê wî tune ye didin hilgirtin û wisa êşkence lê dikin. Em ji bo ku bibin dengê hemû girtiyan li vir in. Em îro li ber girtîgehê ji bo ku daxwaza xwe ya “Bijî berxwedana zindanan” û “Maf, hiqûq û edalet” dubare bikin, li vir in.”