Nobeta Edaletê ya Wanê didome: Mirina girtiyan cînayet e

Li Wanê çalakiya malbatên girtiyan di roja 105’an de didome. Hevseroka HDP’ê ya Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar diyar kir ku mirinên li girtîgehan cînayet e.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 105’emîn de berdewam dike. Nobeta îro hevjîna Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Qeyseriyê tê ragirtin, Zubeyde Abî û dayika Necmettîn û Sedat Abî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin, Naciye Abî dan berdewamkirin. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Navçeya Qelqeliyê û Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin serdana nobetê kirin. 

Hevseroka HDP’a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar a di serdanê de axivî, diyar kir ku ji ber polîtîkayên li ser girtîgehan tên birêvebirin, li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene û wiha got: “Li girtîgehan tecrîdeke cidî heye. Wan rojên derbasbûyî cenazeyê hevalê me Şervan Guder ji girtîgehê derket. Her çiqas bêjin qeyrana dil derbas kiriye jî em dizanin ku hatiye qetilkirin. Em dizanin ku li Tirkiyeyê edalet tune ye. Divê tecrîda li girtîgehan demildest bê bidawîkirin.”

Kûtpinar, da zanîn ku gelek girtiyên edlî hatin berdan lê girtiyên nexweş tevî rapora “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan û wiha berdewam kir: “Tevî ku nexweşiya Aysel Tûglûk tê zanîn jî nayê berdan. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç jî destnîşan kir ku gelê Kurd têkoşîna xwe ya berxwedanê ji girtîgehan digire û bi lêv kir ku dewleta ku vê rewşê dizane bi zêdekirina zext û zilma li girtîgehan dixwaze berxwedanê pasîf bike. Bila ev pêkanînên hovane demildest bên bidawîkirin.”

Almaç, bi lêv kir ku Tirkiye hem li hundir hem jî li derve polîtîkayên  şer dide meşandin û wiha berdewam kir: “Tirkiye bi taybetî vî şerî li ser gelê Kurd dimeşîne. Bila hemû gelê me di vê mijarê de hişyar be. Polîtîkayên şer bi kesê nade qezençkirin. Bila tecrîd demildest bi dawî bibe û hevalên me bên berdan.”

Almaç, diyar kir ku gelê Kurd ê ji bo daxwazên xwe yên mafdar têdikoşe, bi “hiqûqa dijmin” tê darizandin û girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan bi pêkanînên dijminane zextan dikin. Em li derve ne nikarin xwe bigihînin tenduristiyê. Li girtîgehan bi astengiyên cûrbicûr mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Ji ber kûrkirina tecrîdê ev pêkanîn hene û hemû cîhan jî vê dizane.”