Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 544’an de ye

Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve tê lidar xistin di roja 544'an de didome.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê didomîne. Nobeta ku di 9'ê Adara 2021'ê de li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro di 544’an de domiya. Ji ber ku edliye girtî ye malbat li mala xwe ya Pirsûsê nobeta xwe didomînin.

Malbatê li ser medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û wiha got: “Em malbatek bi halê xwe û karê xwe bûn. Di qanûnê de cihekariyeke eşkere heye. We gunehê me stend. Yên ku qala edaletê bikin û vê zilma li ber edliyeyê paşguh bikin jî wê ji îfleh nebin.”