Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 17’an de ye

Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 17’an de li ber Dadgeha Rihayê didome. Malbata Şenyaşar tevî wêneyên qetlîamê li be dadgehê ne û dibêjin “Ji ber ku parlementer di nav bûyerê de ye, doz nayê vekirin.”

Li Sirûca Rihayê di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esved û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibû. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin. Dayika wan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 17 roj in li ber Dadgeha Rihayê li edaletê digerin.

Malbata Şenyaşar di destê sibehê de tê ber avahiya dadgehê û dovîzên ‘Li nexweşxaneya dewletê ya Sirûcê sûcekî mirovayetiyê hatiye kirin”, “Nobeta me ya edaletê di roja 17’an de didome”, “Ji ber ku di nav bûyerê de parlementer heye, doz nayê vekirin”, “Li nexweşxaneya dewletê li pêş çavê min hevjînê min û zarokên min hatin qetilkirin. Ez edaletê dixwazim” li ser şovaleyan bi cih dikin.

Wêneyên qetlîamê, Rapora Bûyerê ya Gerînendetiya Giştî ya Xizmetên Tendirustiya Malbatê û wêneyên kesên ji malbata Şenyaşar ên hatine kuştin jî datînin ser şovaleyan.

Ferît Şenyaşar derbarê qetlîma û dosyeya dozê agahdariyan dike. Li ber deriyê dadgehê dema ku polîsan xwestin wêneyên malbata Şenyaşar bigirin, Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî polîsan da û got “Herin wêneyê kujeran bigirin.”

Emîne Şenyaşar li ber baranê nobeta xwe ya edaletê didomîne.