Nobeta Edaletê ya li Wanê 112 roj li pey xwe hişt

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 112’an de berdewam e.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan xilas bûye li Baroya Wanê danî destpêkirin, di roja 112. de berdewam dike. Çalakiya îro ji aliyê dayika Îrfan Sabay ê ku 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Behîce Sabay û dayika Nîhat Îşnaz ê 7 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye Mûhteber Îşnaz berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Navçeya Elbakê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana nobetê kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Elbakê Şengul Polat di serdanê de axivî û got, "Dayik ji bo dawî li bêhiqûqî û bêedaletiyê bînin li vir in. Girtiyên nexweş divê li derve li cem malbatên xwe bên dermankirin. Tevî nexweşiya giran, di raporên ATK'ê de hatiye gotin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Yek ji kiryarên Komkujiya Sêwasê jî "Bi hinceta temen û nexweşiya xwe hat berdan. Lê girtiyên siyasî yên ku rewşa wan girantir e nayên berdan û li girtîgehê tên ragirtin û cezayê di nava cezayê bi wan didin kişandin."

'MAFÊN BINGEHÎN JÎ TÊN BINPÊKIRIN'

Dayika Nîhat Îşnaz a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtîye Mûhteber Îşnaz anî ziman ku dema li şaredariyê xebatkarê paqijiyê bû hatiye girtin û berteka xwe bi vê gotinê nîşan da, “Li girtîgehan mafên herî bingehîn ên girtiyan nayê dayîn. Kurê min mehek berê emeliyat bû, lê em nehatin agahdarkirin. Ger di dema emeliyatê de tiştek bi zarokê min bihatiba; gelo ev tişta hatî kirin edalete?"

Dayika Îşnaz ragihand, “Ger li cihekî edalet tunebe, wê mirov ji wê derê dûr bikeve. Heta em sax bin em li pişt zarokên xwe ne. Em tecrîd û neheqiya li ser zarokên xwe qebûl nakin, (tecrîdê) rakin. Em wek Kurd edalet û aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Kurê min li şaredariyê karkerê paqijiyê bû û ji kurê min re dibêjin 'terorîst'. Dema ez diçim serdanê ez zarokê xwe di kursiya bi teker de dibînim, ma ev edalet e? Divê di zûtirîn demê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên çareserkirin."