Nobeta Demokrasiyê li Amedê: Slav ji berxwedêran re!

Wekîla HDP'ê Tulay Hatemogullari li çalakiya nobetê ya Amedê axivî û got, ''Dema ku faşîzma AKP'ê li asta herî jor bû vî gelî bi paş ve gav neavêt. Ji vir, li deverên ku berxwedan lê didome slav dikim.''

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari di Nobeta Demokrasiyê de, bang li qeyûman kirin û got: "Yên ku tehemulê demokrasiya vî welatî nakin, wê hesap bidin gel."

Nobeta Demokrasiye ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê pêk tê ket roja 37’an. Nobet weke her roj li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Nobeta ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, bi pişgiriya welatî, rêxistinên sivîl, parlementer, hevşaredar, rêveber û bi taybetî bi tevlîbûna dayikan didome. Dorpêça polîsan bi dirûşm û bi gotina stranan hat şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta 'Dest nede vîna min' hat vekirin.

Di destpêke de hevserokê HDP'ê ya Bajêr Hulya Alokmen Uyanik axivî û bal kişand ser Nobeta Demokrasiyê û wiha got: "37 roj in em li dijî neheqî û tayînkirina qeyûman li ber xwe didin. Dayik, ciwan û gelê me yê bi rûmet li vir li ber xwe didin. Îro bi sedan siyasetmedarên ceza girt. Lê têkoşîna me dê ji bo edaletê her tim bidome. Rêya me vekiriyê û serkeftin nêz e."

 ‘DIZ WÊ HESAP BIDIN’

 Parlamenter Tulay Hatîmogullarî bi Kurdî û Erebî girse silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ciwan dibêjin ku “Wê diz hesabê bidin gel”. Belê divê bê zanîn ku êdî tehemûla kesan nemaye, dê demek nêz de hesabê bidin gel. Îktîdara AKP'ê xwe bi hilbijartinan xwe meşrû dike û dibêjê gel li pişt me ye. Lê wekî din yên dijîn jî tune hesab dike. Hek cesareta wan hebe bila werin em hilbijartineke din bikin, ka kî/kê qeyûm dixwaze."

'BI PÊŞENGTIYA JINAN HEVSEROKATÎ PÊŞ KET'

Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pergala hevserokatiyê û got: “Di demên dawiyê de hevserokatî di hedefa îktîdarê de ye. Hevserokatî di encama berxwedana rêxistina jinên Tirkiyeyê û her wiha bi taybetî bi keda jinên kurd hat li pêşxistin. Hevserokatî ne xelatek e tê dayîn. Jin ji bo hevserokatiyê şev û roj di nav zilm û zordariyê de bi bedelên giran hevserokatî bi dest xistin. Bila bê zanîn ku hevserokatî ji bo HDP'ê û ji bo gel xeta xemrî ye. Her wiha em ê her tim bi dirûşma "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe bidomînin."

'BI VÎNA GEL WÊ SERKEFTIN PÊK WERE'

Hatîmogûllari, di Nobeta Demokrasiyê de qala krîza aborî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi krîza aborî û bi zêdebûna hejmara betaliyê re rejîma takekesî têk diçe. Niha jî bi hişmendiya êrîşkar dixwazin kiryarên xwe meşrû bikin. Lê her kes dizane û dibîne ku her tişt dê bi vîna gel bi ser keve."

Hatîmogulari her wiha got,''Dema ku faşîzma AKP'ê herî zêde jî bû vî gelî bi paş ve gav neavêt. Ji vr, deverên ku berxwedan lê didome slav dikim.''