"Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê wê li Stenbolê bidome

Çalakiya "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê, ku bi beşdariya 10 parlamenterên HDP'ê li Amedê pêk hat, qediya. Çalakî wê li Stenbolê bidome.

Beşa Amedê ya "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê qediya. Bi rojane parka ku çalakî lê tê lidarxistin, ji aliyê polîsên Tirk ve bi bendan hatiye kirin. Di dema dayina daxuyaniya roja dawî de, polîsên Tirk kolanên li derdorê bi temamî girtin û rê jî li trafîkê girtin. 

Di dema daxuyaniyê de parlamenterên beşdarî çalakiya nobedê bûn, dowîzên bi nivîsa "Na ji tecrîdê re", "Edalet ji bo her kesî" û "Em nesekinin, lê bidin sekinandin" hildan.

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser navê parlamenterên çalakger daxuyanî dan çapemeniyê û qala astengiyên hêzên dewletê kir û got, "Kurteberiya 7 rojên çalakiyê ev e: Faşîzm ji gel ditirse. Faşîzm careke din têk çû."

Baydemîr diyar kir, çi dibe bila bibe wê wijdan û edalet di dawiya dawî de bi ser bikevin û anî ziman, çalakiya li Amedê dest pê kir wê niha radestî Stenbolê bê kirin û piştre ev deng wê bigihêje Wan û Îzmîrê.

Baydemîr got, wijdanê bi mîlyonan mirovî wê faşîzmê têk bibe. Dema ku faşîzm qels bû, hingî wê derfet derkevin holê ku em paşerojeke ronî ji zarokên xwe re bihêlin. Ya em ê îro dengê xwe bilind bikin, ya jî em ê li pêşberî nifşên nû li ber xwe bikevin. Dem dema bilindkirina qîrîna wijdanî ye."