Nobeda malbata Şenyaşar di roja 398'an de ye

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku zilma herî mezin "edaleta derengmayî ye."

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 398’emîn de ye. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobedê îro jî li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serokkomar Erdogan etîket kir û peyameke wiha parve kir: "Zêde hewcehî bi gotinê tune ye! Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye."