Nobeda HDP'ê ya li Amedê di roja 6. de ye
"Nobeda Wijdan û Edaletê" ku parlamenterên HDP'ê li Amedê dane destpêkirin, di roja 6. de ye.
"Nobeda Wijdan û Edaletê" ku parlamenterên HDP'ê li Amedê dane destpêkirin, di roja 6. de ye.
"Nobeda Wijdan û Edaletê", ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em nesekinin, faşîzmê bidin sekinandin" li Parka Ekîn Ceren a Amedê hate destpêkirin, di roja 6. de ye. Wekîlên di çalakiyê de ne, şevê mijarên di rojevê de nirxandin û li ser detayên çalakiya ku hefteyekê li pey xwe dihêle axivîn.
Bi berbanga sibehê re parlamenteran nivînên xwe dan hev û dest bi paqijiya derdorê kirin. Piştre taştê xwarin û dest bi xwendina rojname, gotar û pirtûkan kirin.
Çav li rê ye, Baroya Amedê îro serdana nobeda wekîlan bike.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî duh peyamek şandibûn û banga desteka ji bo çalakiyê kiribûn.