Nobeda Edaletê ya Amedê: Ji girtiyan re azadî!

Çalakiya malbatên girtiyan a Nobeda Edaletê li Amedê di roja 234’an de ye. Malbatan ji bo azadiya girtiyan bang kirin û gotin, "Em bi hêrs in."

Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de ya ku bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja 234’an de li ber edliyeyê Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (ÖHD), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa 78’an Şaxa Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Pêngavî (DEVA) jî piştgirî dan çalakiya îro.

Yek ji xizmê girtiyan Herdem Merwanî got, "Me gelek caran ev pirsgirêk aniye ziman. Lê heta niha me piştgirî ji siyasetmedaran negirt. Niha Meclîs di bêhnvedanê de ye. Weke malbatên girtiyan em hîna jî li kolanan daxwazên xwe tînin ziman. Ev pirsgirêkek civakî ye. Ne wijdanî ye ku Meclîs bêyî ku vê pirsgirêkê çareser bike biçe betlaneyê. Sibe şeva cejnê ye. Lê ev cejn ji bo me tu wateyekê nade. Ji ber ku dema siyasetmedarên me di betlaneyê de bin û li seyranê bin, em ji bo daxwazên xwe li kolanan in. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin, xizmên wan jî li kolanan bi polîsan re rû bi rû tên hiştin. Wekî xizmên girtiyan em hêrs in."

Xizmê girtiyan Reşahat Ada jî wiha got: “Serokkomar berçavkên xwe yên zilmê daye ber çavên xwe û çalakiya me ya nobetê ji nedîtî ve tê. Heta ku çareseriyek ji zarokên me re neyên dîtin dê çalakiyên me berdewam bike. Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne. Em cejna hemû girtiyên di zindanan de pîroz dikin.”
 
'EM NE BETLANÊ DE NE!'
 

Dayika girtiyê bi navê Azîz Tûfan ê ku tenê çend roj in ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Amedê maye û înfaza wî hat şewitandin Aysel Tufan jî got, “Dema em li bendê bûn ku kurê min di roja duyemîn de bê berdan, infaza wî hat şewitandin û nehat berdan. Nexweşiya gurçikê kurê min heye. Bi hezaran girtiyên nexweş ên weke wî hene. Ji ber van zextên li ser girtiyan; Mixabin em nikarin cejnê pîroz bikin. Bila dinya zanibe; Dema ew di betlaneyê de ne jî di cejnê de ji bo edaletê em li ber edliyeyê ne.”