Nobeda Edaletê ya Amedê: Dengê malbatan bibihîzin

Li Amedê çalakiya “Nobeta Edaletê” yên malbatên girtiyê nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan di roja 213’mîn de domiya. Di çalakiyê de malbatan xwestin ku dengê girtiyan bê bihîstin.

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Amedê dane destpêkirin, di roja 213'mîn de berdewam kir.

Malbat, li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gel hev û endam û rêveberiyên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan malbatan.

Yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî, diyar kir ku nobeta wan ketiye meha 8'an û ev tişt got: "Em dixwazin daxwaza me ya berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bê qebûlkirin. Lê hin kesan guhê xwe ji daxwaza me re girtine. 8 meh in zilm li xizmên girtiyan tê kirin. Girtî nayên dermankirin û di şertên zor de dijîn. Her roj rewşa wan girantir dibe. Daxwazên me mirovî ne. Em mafê mirovan diparêzin. Lê rexmî vê jî kes dernakeve pêşberî me û ji bo van daxwazên me neaxive."

Mervanî, ji bo bihîstina dengê wan bang li mecrayên cuda yên çapemeniyê kir û ev tişt anî ziman: "Werin dengê malbatên girtiyan bibihîzin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Hûn ê heta kîngê vê paşguh bikin. Hûn jî dizanin ku ev heke ev pirsgirêk çareser bibe; wê aştî, aramî û ewlehî pêk were. Lê çapemeniya Tirk bêdeng e."

Piştre Reşahat Ada axivî û ev tişt anî ziman: "Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Zarokên me neheqî nekirine. Zarokên me ji ber ku ziman, nasname û xaka xwe parastine girtî ne. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila vê bizanibin zarokên me ne bêxwedî ne û heta niquta xwîna xwe ya dawîn em bi têkoşîn û doza wan re bin."