'Nobeda berxwedanê' di roja 4. de ye
Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê di roja 4. de ye. Tê payin, ku heyetek ji CHP'ê îro serdana çalakiya nobedê bide.
Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP'ê di roja 4. de ye. Tê payin, ku heyetek ji CHP'ê îro serdana çalakiya nobedê bide.
Çalakiya 'Nobeda Edalet û Wijdanê' ya HDP'ê, ku li Amedê dest pê kir, di roja 4. de ye.
Parlamenterên ku bi berbanga sibehê re hişyar bûn, ji bo roja nû dest bi amadekariyê kirin. Saet di 06:00 de bi banga 'roj baş' parlamenter hişyar bûn û dest bi spora sibehê û paqijiya hawirdorê kirin.
Tê payin ku îro saet di 10:45'an de heyetek ji CHP'ê serdana wekîlan bike.