Nobeda Şenyaşar di roja 557'an de ye

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe 557 roj in daxwaza edaletê dike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 557'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir.

Dayik Şenyaşar got, "Hîn jî zilmê li me dikin. Me heta niha gelek zilm dîtin. Kurê min girtî ye, du kurên min jî li nexweşxaneyê kuştin. Ev dewlet çima bi vî rengî dike? Li şûna kujerên kurê min, me derdixînin pêşiya dadgehê. Gelo Erdogan bi vê nizane? Zarokên wî jî hene. Ez nexweş im, bila kurê min berdin, ez jî biçim li mala xwe rûnêm. Tevî van hemûyan jî çima kurê min bernadin? Yên ku vê zilmê li me rewa dikin, bila heman zilm bi serê wan ve jî bê. Ez heqê xwe li yên ku ev kriine helal nakim. Bila dozger doza nexweşxaneyê vekin."