Nobeda Şenyaşar di roja 385'an de ye

Malbata Şenyaşar di Nobeda Edaletê 385 roj in li dijî komkujiya ku AKP'iyan kir, daxwaza edaletê dike.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Dayika Emîne Şenyaşar ji bo ku kujerên malbata wê bên girtin û kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan, di 9’ê adara 2021’an de li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya wan di roja 385’an de berdewam kir. Ji ber ku Emîne Şenyaşar nexweş bû, nekarî îro tev li çalakiyê bibe û nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku heta edalet pêk tê wê ji ber deriyê edliyeyê neçin.

Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: "Di sir û seqema zivistanê de jî me dev ji daxwaza xwe ya edaletê berneda. Vaye havîneke din jî hat. Daxwazên me yên însanî û hiqûqî bi paş de nexin! Li edaletê tê gerîn!"