Noam Chomsky piştgirî da Kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’

Nivîskar û fîlozofê Emerîkî Noam Chomsky di peyamekê ya ji bo Komîteya Ji Ocalan re Azadî de kêyfxweşiya xwe anî ziman û ragihand, “Ez pir kêyfxweşim ku bibim piştewan.”

Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya li Başûrê Kurdistanê ku ji 15’ê Sibata îsal wate di 23’mîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanyayeke berfireh ya bi armanca azadkirina fîzîkî ya Ocalan kiriye. Heta niha bi dehan partî û aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê tevlê kampanyayê bûne. Her wiha bi sedan rewşenbîr û kesayetiyên Başûrê Kurdistanê jî tevlê vê kampanyayê bûne.

Nivîskar û fîlozofê navdar ê cîhanê Noam Chomsky jî bi nameyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji bo vê kampanyayê ragihand.

Di nameyek ya Komîteya Ji Ocalan re Azadî ku ji bo Bîrmend Noam Chomsky re şandibûn hatiye gotin; “Weke dizanin Birêz Ocalan zêdetirê 23 salin ku di bin tecrîdekê li girtîgehê de ye. Li dijî şerê berdewam ê dewleta Tirk û serkutkirina gelê Kurd daxwaza azadkirina demildest a Birêz Ocalan û çareseriya aştiyan ya doza gelê Kurd dikîn. Em ji nêzîk ve piştî nivîsên we û waneya we ya dawî ya bi zanîngeha Rojava re kêyfxweş bûn û bi giştî ji bihîstina peyama we ya ji bo Newroza îsal kêyfxweş bûn.

Dilsoziya we ya bihêz ya bi gelê me re cihê rêz û hurmetê ye. Em dixwazin piştewaniya we ji bo kampanyaya “Komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan” hebe.”

Di pêywendiyeke yê komîteyê ya bi Chomsky de, Bîrmend û profesor Noam Chomsky kêyfxweşiya xwe anî ziman ku bikare bibe piştewanekî vê kampanyayê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ragihandin. Chomsky di peyama xwe de nivîsandiye, “Pir kêyfxweşim ku bibim piştewan.”