Nivîskarên Kurd: Divê Barzanî bes xiyanetê bike
Nivîskarên Kurd, êrîşa çeteyên PDK/AKP'ê ya li Şengalê weke xiyanetê bi nav kirin û xwestin, kongreya neteweyî ya Kurdan derhal pêk were.
Nivîskarên Kurd, êrîşa çeteyên PDK/AKP'ê ya li Şengalê weke xiyanetê bi nav kirin û xwestin, kongreya neteweyî ya Kurdan derhal pêk were.
Nivîskarên Kurd, li ber êrîşa çeteyên AKP/PDK'ê a li Şengalê rabûn û der barê mijarê de ji ANF'ê re axivîn.
OZDEMÎR: PDK EMRÊ TIRKIYEYÊ DIRÊJ DIKE
Feysel Ozdemîr bibîr xist, ku dîroka Kurdan bi xiyanet û berxwedanê hatiye nivîsandin û got, "Di her serdema serketinê ya Kurdan de xiyanetê her tim xwe daye der. Di rewşa heyî de firsendên mezin ketine destê Kurdan. Eger karibin vê firsendê baş bi kar bînin, wê ji aliyê cîhanê ve bên qebûlkirin. Çavê tevahiya cîhanê îro li ser Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin e; ji ber ku Kurd ber bi serketinê ve dimeşin. Mixabin tevî serketinê, xiyanetê jî xwe daye der. Hin siyasetmedarên me vê rewşê weke birakujiyê bi nav dikin, lê ez bi vî rengî nabînim. Navê vê xiyanet e! Birakujî tiştekî gelekî cuda ye. Dema mirov pirsgirêkan bi hev re dijîn, hewl didin pirsgirêkê çareser bikin, lê dema pirsgirêk çareser nabe, hingî birakujî rû dide. Di rewşa heyî de şerê ku diqewime ne ji ber welat, ji ber meseleyekê yan jî ji ber pirsgirêkekê ye."
Ozdemîr diyar kir, dewletên mêtînger ji bo Kurd azad nebin, bi destê PDK'ê Kurdan li hemberî hev radikin û hewl didin emrê Tirkiyeyê dirêj bikin. Ozdemîr got, "Nêrîna xwe çi dibe bila bibe, li dijî hêzeke ku bi dewletên mêtînger re hevkariyê dike û çekê li azadiya Kurdan dikişîne, divê her kes helwestê nîşan bide. Dibêjin 'birakujî', 'provokasyon'. Lê belê navê vê ne provokasyon e! Di nava çeteyên êrîşî Şengalê kirine de, çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên li kampa Başîkayê hatine perwerdekirin, hene. Armanc ji êrîşa li dijî Şengalê ew e, ku têkiliya navbear Rojava û Başûr bê birîn û dor li Rojava were girtin. Dixwazin bi vî rengî hem derbê li Rojava bixin, hem jî derbê li Bakur bixin û pêşî li azadiya Kurdan bigirin. Ev yek polîtîkaya dewleta Tirk e. Bila kes nebêje ev polîtîkaya şexsekî yan jî partiyekê ye."
Ozdemîr destnîşan kir, dem dema pêkanîna kongreya neteweyî ye û got, "Ji bo ev kongre pêk neyê, provokasyonê dikin. Dem ne dema xiyanetê ye. Dem dema yekîtî, serketin û azadiyê ye."
DILSOZ: DIXWAZIN RUHÊ KAWA Û BERXWEDANÊ TÊK BIBIN
Omer Dilsoz jî da xuyakirin, ku nirxandina mijareke bi vî rengî jî wan dêşîne, ji ber ku Kurd divê li kêleka hev şer bikin, ne li dijî hev. Dilsoz bibîr xist, ku ji Kerkûk heta Minbicê Kurd li qadeke berfireh li dijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Di pêvajoya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de DAIŞ dixwaze berxwedana sedan salan û ruhê Kawa yê Kurdan têk bibe. Di demeke bi vî rengî de, gelekî girîng e ku hêzên Kurd li ku derê helwesteke çawa nîşan didin. Gelo çiqasî rewşeke exlaqî ye, ku dema cih lê teng dibe xwe davêje hawara PKK'ê û dema rizgar dibe radibe ji PKK'ê re dibêje 'cihê te li vir nîne'!
'YÊN KU PÊŞÎ LI YEKÎTIYA KURDAN DIGIRIN, PIYONÊN HÊZÊN MÊTÎNGER IN'
Barzanî yan jî yekî din, kî xwîna xwişk-birayê xwe dirijîne, divê zanibe ku guliyê binê lingê xwe dibire. Ev yek hewldana xwekuştinê ye, ji ber ku yên pêşî li yekîtiya Kurdan digirin, piyonên dewletên mêtînger in."
Dilsoz da zanîn, pirsgirêk çi dibe bila bibe, lazim e Kurd li hev rûnên, bi hev re baxivin û çareser bikin. Dilsoz got, "Ji ber ku dema mijar Kurd bin, hêzên kurd neçar in piştgiriyê bidin hev û xwedî li hev derkevin."
Dilsoz destnîşan kir, di vê serdemê de ku daxwaza azadiyê ya Kurdan pêk tê, Kurd hewcedarê Kurdan e.
'LI ŞÛNA TANKAN, ARD BIBIN ŞENGALÊ'
Omer Dilsoz da xuyakirin, ku eger hurmet ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan re bê nîşandan wê ti pirsgirêk nemînin û wiha dewam kir: "Eger Şengal dixwaze bi Rojava ve bê girêdan, bihêlin bila were girêdan. Eger dixwaze hêzeke xwe ya leşkerî ya xweser ava bike, bihêlin bila ava bike. Ev yek nayê wê wateyê ku Şengal ne parçeyekî Kurdistanê ye. Niyeta PKK'ê nîne ku pêşî li vê bigire. Eger tu dixwaze xizmetê ji Şengalê re bike, hingî li şûna tankan qemyonên bi barê ard bibe wê derê. Birînên gel bipêç e, xaniyên hatine hilweşandin ava bike. Xizmeta herî mezin ev e."
Dilsoz diyar kir, weke nivîskarekî Kurd ew her tim dixwaze Kurdan bi ruhê Kobanê li gel hev bibîne û anî ziman, yekane rêya çareseriya pirsgirêka navbera Kurdan, pêkanîna kongreya neteweyî ye.
YANLIÇ: EGER PKK'Ê DEST LI REWŞÊ WERNEDABÛYA WÊ ÊZIDÎ JI HOLÊ HATIBÛYA RAKIRIN
Hasîp Yanliç ragihand, PKK, PYD û YBŞ bi rengekî wekhev nêzî hemû baweriyan dibin û got, "Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ku hemû gel û rengên li Rojhilata Navîn divê bi hev re bijîn. Lê belê li cihê ku PDK lê serdest e, nepêkane ku mirov qala vê jiyana bi hev re bikin. Polîtîkaya rêveberiyê ya PDK'ê xwe dispêre Îslamiyeta Sûnî ya mûxafazakar. Xeta AKP û PDK a Îslamiyeta Sûnî, rêxistineke cinawir a mîna DAIŞ'ê afirand. PDK'ê bi hezaran Kurdên Êzidî li pêşberî van êrîşan bêparastin hişt û reviya. Eger PKK'ê dest li rewşê wernedabûya, wê Êzidî di vê fermana 73'an de bi temamî ji holê rabûya. Ew şopên hilweşîn û êrîşê hê nû ji Şengalê diçe. Lê vê carê jî pêşmergeyên PDK'ê bi hevkariya AKP'ê êrîşî Şengalê kirin. Birêz Barzanî ku bi fermanên Enqereyê êrîşî xwişk-birayên xwe kir, lazim e ji vê şaşitiyê vegere û mîna lîderekî demokrat tevbigere.
Di vê çarçoveyê de weke nivîskarekî Kurd di wê baweriyê de me ku divê kongreya neteweyî ya Kurdan pêk were û di vê kongreyê de biryarên li gorî berjewendiyên Kurdan bên girtin."