Nivîskarê Lor Sohrab Azadî wefat kir

Nivîskar û lêkolerê Çep û Sosyalîst ê Lor Sohrab Azadî li bajarê Xuremabadê çû ser dilovaniya xwe.

Nivîskar û Lêkolerê Hlebest û Wêjeya Lorî Sohrab Azadî duh siharê ji ber krîza dil di temenê 66 saliya xwe de wefat kir.

Azadî sala 1956’an li gundê Zîwiyar a girêdayî nehiyeya Meimûlan a bajarokê Pol Doxter ji dayik bûye.

Sohrab Azadî pirtûka helbestan a bi navê “Ez te dinivîsim niştîmana min” a ji aliyê Îrec Rehmanpûr ve hat berhev, werger û amadekirin, di sala 2012’an de çap û tê belavkirin. Ji ber pirtûk rastî eleqeyek mezin tê 3 caran hat çapkirin. Azadî ji bilî zaraweya Lorî  bi zaraweya Lekî jî helbest hûnandine.

Sohrab Azadî di destpêka şoreşa gelên Îranê de ji ber fikrên xwe yên çepgir, tevlê Partiya Gerîlayên Fedayî ya Îranê dibe. Lê piştî ku ji wê partiyê vediqete dest bi lêkolîna derbarê wêjeya civakî ya gelê xwe dike û di vê çarçoveyê de xizmeteke hêja ji wêjeya Lorî re dike.

Nivîskar û Lêkoler Sohrab Azadî pirtûkên mamik û ferhenga peyvên Lorî û her wiha helbestên Lekî ji bo çapkirinê amade kir.

Bi wê minasebetê Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi peyamekê sersaxî ji bo malbata Azadî, gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê û hemû civata nivîskar û lêkoler û wêjevanan û hemû hezkiriyên wî re xwest.