Nivîskarê Evrenselê Karataş hate girtin

Nivîskarê Rojnameya Evrensel Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirîsna KCD a li Amedê di hate birêvebirin de hate girtin.

Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di hat birêvebirin de, li Muduriyeta Polîsan a Amedê îfade da. Karataş li gel parêzerê xwe Tûgay Bek îfade da û bi daxwaza girtinê sewqî 1'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Karataş da.

Di lêpirsînê de ji Karataş "Komcivîna Karkerên Çandiniyê yên Demsalî yên Mezopotamyayê" ku di navebra 6-7'ê Nîsana 2013'an de ji aliyê KCD'ê ve li Wêranşara Rihayê hat lidarxistin hat pirsîn. Di lêpirsînê de komcivîna di derbarê mafên karkerên çandiniyê de wek xebata"terorê" hat nîşandan.