'Nikarin qeyûm li ser îradeya gel ferz bikin'

Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, wiha axivî "Em hatin girtin, li malê hatin asêkirin, dadgeh hîn dewam dike lê em timî bi gelê xwe re ne. Dibe ku qeyûman bixin avahiyan, lê belê nikarin li ser îradeya gel ferz bikin."

Hevşaredara Navçeya Yenîşehîr a Amedê ya ji HDP'ê Belgîn Dîken, ku ji wezîfeyê hate girtin û qeyûm li şûna wê hate danîn, ji ANF'ê re axivî.

Dîken diyar kir ku desthilatdarî ne tenê şaredariyan di heman demê de li her qadê bi rejîma qeyûm welêt bi rê ve dibe û destnîşan kir ku îradeya gel nikare bê desteserkirin. Dîken got, "Dibe ku niha dest danîbin ser wan avahiyan, lê belê ti carî nikarin bibin xwedî îradeya gel. Gel tayînkirina qeyûman nepejirandiye. Gelê me bi dengdanê, bi xwedîderketina li îradeya xwe vê yekê nîşan dide."

SÛC DIKIN

Dîken bi bîr xist ku dema ew cara duyemîn di hilbijartinan de bi ser ketin, dîtin ku qeyûm xisareke giran kiriye û got, "Ji saziyên me yên jin û ciwanan heta bi malên sersaxiyê li her deverê qeyûm hatibûn bicihkirin. Bi rêk û pêk hewl dan ku saziyên me ji bo 5 salan an jî 10 salan bikin malê xwe, hewl dan qeyûm li her derê bi cih bikin. Di rewşa heyî de zext û zordarî tê kirin. Tevî ku zanin bi rêbazên zordariyê nikarin encamê bi dest bixin, li dijî partiya me û hilbijêrên wê sûc dikin."

EM DI NAVA GELÊ XWE DE NE

Dîken ragihand, dema ku jinûve dest bi wezîfeyê kir, hewl dan ku her qadê komî ser hev bikin û got, "Piştî ku me dest bi wezîfeyê kir, di çarçoveya biryarên endamên me yên meclîsa şaredariyê de me dest bi guhertinê kir. Piştî 6 mehan careke din qeyûm ferz kirin. Gel zanîbû ku êdî li ber qeyûm rabe û timî xwedî li îradeya xwe derkeve. Dibe ku em  hatin girtin, li malê hatin asêkirin, dadgeh dewam dike, lê belê em timî di nava gelê xwe de ne. Dikarin qeyûman li avahiyan tayîn bikin, lê belê nikarin li ser îradeya gel ferz bikin."