'Niha dema azadkirina Rêber Apo ye’

KCK’ê derbarê bidawîkirina grevên birçîbûnê got ku “Niha dema azadkirina Rêber Apo ye. Li ser esasê hilweşandina faşîzmê divê têkoşîna demokratîzekirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê were geşkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû bidawîkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Parêzerên Rêber Apo diyar kirin ku di 22’ê Gulanê de di hevdîtina bi Rêber Apo de çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê bes in û gihiştine armanca xwe. Li ser vî esasî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgeh, derveyî welat û Kurdistanê diyar kirin ku wan çalakiyên xwe bi dawî kirine û çalakgeran bal kişandine ser vî tiştî heta ku faşîzm were hilweşandin û Kurdistan were azadkirin wê têkoşîn û berxwedana xwe bi rêyên cihê bidomînin.

EM HEMÛ ÇALAKGERAN PÎROZ DIKIN Û HEMÛ ŞEHÎDAN BI BÎR TÎNIN

Leyla Guven di serî de em hemû berxwedêran ji ber vê çalakiya wan a serkeftî pîroz dikin û serkeftinê di têkoşîna wan de dixwazin. Em rêhevalên xwe  Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Yonca Akici, Sîrac Yuksek Mahsûm Panay  yên di pêvajoya greva birçîbûnê çalakiyên fedaî li dar xistibûn, bi hurmet bi bîr tînin.

EM DAYIKÊN LAÇIKSPÎ BI HURMET SILAV DIKIN

Di têkoşîna şikandina tecrîdê de dayikên me yên laçikspî li ber xwe dan û em wan bi hurmet silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku wê hesreta wan a Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk pêk were. Wê daxwaza edalet û azadiyê ya dayikan li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk were. Wê wijdana dayikên me, li ser vê axê bibe çanda bingehîn.

Dayikên me û zarokên wan ên di girtîgehan de, gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayan diyar kirine ku wê li hemberî tecrîdê bi giyanekî fedaî li ber xwe bidin.  Heta ku tecrîda li ser gelê Kurd were şikandin û faşîzma qirker were têkbirin wê têkoşîna me bidome.

Baştir hatiye fêmkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelên Tirkiyeyê ye. Hêzên demokrasiyê yên cîhanê, nivîskar, hunermend û ronakbîran li hemberî tecrîdê helwesta xwe diyar kirine û piştgirî dane têkoşîna şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê.

Hevdîtinên bi parêzer û malbatan mafekî hiqûqî û gerdûnî ye. Desthilatdariya heyî ji bo ku zêde teşhîr nebe, ev hevdîtin daye kirin. Desthilatdariya AKP’ê bi van hevdîtinan xwestiye ji bo hilbijartina li Stenbolê sûdê werbigire lê gelê me baş dizanin ku ev têkoşîn li dijî vê desthilatdariyê ye, ya ku tecrîdê dike.

Di hevdîtinên bi parêzeran de derketiye holê ku xet û helwesta siyasî ya Rêber Apo ji bo çareserkirina doza Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê roleke diyarker e. Her kesî dîtiye ku bi rabûna tecrîdê re wê Rêber Apo karibe di vî warî de rola xwe pêk bîne. Ji bo ku Rêber Apo karibe rola xwe pêk bîne divê têkoşîn bênavber were domandin.

Rêber Apo bi gotina “Mahatma Gandhî bi grevên birçîbûnê re têkoşîna civakî jî geş kiribû” geşkirina têkoşînê daniye holê. Diyar kiriye ku têkoşîn wê bi avakirina tevgereke civakî û bi encam bibe.  Ji ber vê jî bi bidawîkirina grevên birçîbûnê divê têkoşîn bi rê, amûr û metodên nû were kirin. Bi rêya siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana Azad bi têkbirina faşîzmê dikare pêk were. Heta ku faşîzm neyê qelskirin, tiştên ku Rêber Apo qal dike, pêk nayê. Ji ber vê jî divê têkoşîna ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ di nav civakê de belav dikin û hêzên demokrasiyê têxin nav vê têkoşînê.

Hatiye diyarkirin ku tecrîd nayê qebûlkirin û derbeke mezin li şertên domandina tecrîdê hatiye xistin. Niha jî divê Rêber Apo were azadkirin û li ser esasê hilweşandina faşîzmê, divê Tirkiye were demokratîzekirin û têkoşîna azadkirina Kurdistanê were geşkirin.”