Nifşê Nû: Di hilbijartinê de sextekarî hate kirin

Tevgera Nifşê Nû ku beşdarî hilbijartina parlamentoya Iraqê bûbû, ragihand ku encamên hilbijartinê ne rast in û got mudaxeleya sindoqan hatiye kirin.

Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartina parlamentoya ya 12’ê Gulanê ya ku li tevayî Iraqê hatî kirin da.

Nifşê Nû diyar kir ku di hilbijartinan de ji bo guhertina encaman sextekarî hatiye kirin û ragihand ku wê encamên hilbijartinê qebûl neke.

Tevgera Nifşê Nû wiha got; “Encamên ku komîsyona hilbijartinê eşkere kiriye ne rast in. Weke Tevgera Nifşê Nû em PDK û NYK’ê berpirsên bûyeran dibînin. PDK û YNK’ê Herêma Kurdistanê xistiye qonaxeke nû û ji van pirsgirêkên heyî em herdu partiyan berpirsyar dibînin.”

Nifşê Nû bang li hemû partiyên ku li dijî encamên hilbijartinê nerazîbûn nîşan dayî kir û wiha got; “Divê nerazîbûn tenê bi daxuyaniyan nebe.”