Newroza Sêrtê: Em ê tecrîdê bişikînin

Newroz li Sêrtê bi coş tê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca li pîrozbahiyê axivî û got, "Piştî Newrozê em ê tevî gelê xwe li tax û gundan kar bikin."

Li Sêrtê qada pîrozbahiyê ya Newrozê bi ala Partiya Kesk Çep hate xemilandin.

Di pîrozbahiyê de ya li qada Aştiyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Hikumet îstifa" hatin qîrîn.

Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê destpê kir.

Hevberdekvê Sêrtê yê Partiya Kesk Çep Eşref Tekîn piştre axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî.

Tekîn got, "Têkoşîna me wê bandorê li Tirkiye û Kurdistanê bike. Eger HDP bê girtin, hingî ev gel bêalternatîf nîne, wê têkoşîna xwe bi rêya Partiya Kesk Çep dewam bike."

Parlamenterê Sêrtê Siddik Taş jî got, "Erdhejê bandor li me hemûyan kir" û wiha dewam kir, "Li gel vê yekê piştevaniya me gelekî mezin bû. Ji niha û Pê ve em ê bi hev re birînên xwe bipêçin. Em di demeke dîrokî de ne, dikevin hilbijartinê û em ê bersiveke xurt bidin faşîzma AKP'ê."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Girseya gel jî ji sê baskan ve ber bi qada Newrozê ve herikî.

Piştî ku agir hate dadan Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî pîroz kir, qurbaniyên erdhejê jî bi bîr anî.

Bi dewamî Ûca bal kişand ser piştevaniya bi erdhejê re derketî holê û ev tişt anî ziman: "Piştevaniya me pir xurt bû. Ne mirov lê dewlet di bin kavilan de ma. AFAD û Heyfa Sor a Tirk di bin kavilan de ma. Dewlet bû sedema mirina bi hezaran kesan. Heyva Sor a Tirk kon firotin, di roja çaremîn a erdhejê de dest bi mudaxile kirin. Hûn dê hesaba vê bidin."

Ûca têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê got, "Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê divê hemû kes biçe ser sindoqan. Em ê di vê hilbijartinê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em ê di 14’ê Gulanê de li qadan bin û biçin ser sindoqan. Wê HDP’ê bigirin lê em ê destûrê nedin. Eger bigirin jî em ê rêya xwe bi Partiya Çep a Kesk bidomînin."

Ûca tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Em ê neyên provakasyonan. Sedema krîz, neçareserî û kaosên heyî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Çima deriyên Îmraliyê venakin? Ji ber ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye. Em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û tecrîdê têk bibin. Em ê piştî Newrozê tax bi tax, gund bi gund bigerin û xebatên xwe bimeşînin."

Piştî vêxistina agirê Newrozê û axaftinan, dengbêj Rêzane Botî, Şêxmûsê Êrkendî û Kollektîfa Rîtmên Azad derketin ser dikê.