Newroza li Milazgirê: Bijî Serok Apo!

Li navçeya Milazgir a Mûşê, di Newrozê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî û berxwedanê hate dayin. Di Newrozê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Şehîd namirin" û "Bijî Newroz" hatin qîrîn.

Li navçeya Milazgir a Mûşê çalakiya Newrozê hate lidarxistin. Çalakîp iştî 5 salan li navçeyê pêk hat. Qada Newrozê bi alan hate xemilandin. Beşdaran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Newrozê", "Şehîd namirin" û "Bijî Newroz" qîriyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bernameya Newrozê destpê kir.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier diyar kir ku ji ber erdhejê ew di şînê de ne û got, "Lê belê em li dijî van polîtîkayên rantê yên vê desthilatdariyê vê Newrozê dikin berxwedan. Em vê Newrozê bi nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin. Gelê me yê hêja, azadiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî dibe. Ya ku herî zêde pêwîstiya me pê heye yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Karên ji bo vê jî dewam dikin. Mîna li vê qadê divê em li her qadê yek bin. Em Kurdistana ku beriya 100 salî li Lozanê hate parçekirin bi Newrozê bikin yek."

Parlamentera Mûşê ya HDP'ê Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku Newroz sembola berxwedana li dijî zilmê ye, nîşaneya jiyana nû ye, îfadeya lehengiyê ye û got, "Ji bo komareke demokratîk, hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo me firsendeke dîrokî ye. Di 14'ê Gulanê de em ê vê desthilatdariya zordar têk bibin. Heta ku em azad bibin û heta bigihêjin mafên xwe yên wekhev, em ê têkoşîna xwe bi ruhê Newrozê dewam bikin.

Coşkûn işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Polîtîkayên dijminatiyê yên li Kurdan, bi tecrîdê û bi polîtîkayên şer pirsgirêkê girantir dikin. Rêya çareseriyê Îmrali ye."

Piştî axaftinan rêveberên HDP û Partiya Kesk Çep agirê Newrozê dadan.

Girseya gel jî li ber agirê Newrozê govend gerand û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo" qîriya.

Newroz bi stranên hunermendên xwecihî bi dawî bû.