Newroza Kerkûkê: Em li bajarê xwe rê nadin hişmendiya paşverû

Di pîrozbahiya Newroza Kerkûkê de peyama berxwedan û serkeftinê li dijÎ dagirkeran re hat dayîn û hate gotin ku em êNewrozê bikin Newroza jinan û civakê.

Li Herêma Şîwesûr ya Kerkûkê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya ‘Em Newroza îsal bikin Newroza raperînê û ya li dijî gendelî newekheviyê’ di saet 13:00’an dest pê kir. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Tevgera Azadî, RJAK û rengên kesk, sor û zer hatin hildan.  Piştî deqîqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vêxistin. Li qadê bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin.

Peyama Tevgera Azadî û Komîteya Amadekar ji aliyê Newzat Bekir ve hate xwendin. Di peyaman de Newroz li malbatên şehîdan, pêkhateyên Kerkûkê hate pîrozkirin.

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên di pîrozbahiyê de axivî û got: “Tevî girtina bi sedan Kurdên azadîxwaz, zext, êrîş û dagirkeriya li ser çiyayên Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî, gelê Kurd careke din bi yek dengî daket qadan û Newroz pîroz kir. Peyama serkeftin û berxwedanê da dagirkeran. Gelê me di vê rojê de bersiva dagirkeran da ku wê ev têkoşîn ne raweste û wê serbikeve.”

Tara Hisên bal kişande ser siyaseta ser Kerkûkê û wiha domand: “Siyaseta dijmin a li ser Kerkûkê û herêmên hatin veqetandin hîn berdewame. Îro pirsgirêk kûrtir bûye. Ev armanc û siyaseta ku Baas’ê li ser Kurdan destpê kir heta îro jî berdewame. Îro jî heman hişmendiya Baas dixwaze li vî bajarî hikûmraniyê bike. Bi kêfxweşî gelê Kurd li vî bajarî gihîştiye vê baweriyê ku êdî civak bi vê hişmendiya paşverû nayê rêveberin. Li hemberî vê siyaseta paşverû sîstema demokratîk û azadîxwaz a li ser hîmê jiyana bi hev re ya gelan heye ku ew jî sîstema konfederalîzma demokratîke. Pêwîste hemû hêz û alî bi ruhê Newrozê li derdor kom bibin.”

Peyama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jî ji aliyê Dilvan Ekrem ve hate xwendin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Newroz cejna vejîna gelan û nûbûne. Em ê vê Newrozê bikin Newroza azadiya jin û civakê. Bang li tevahiya jinên azadîxwaz dikin ku bi hêz û îradeyek bi hêz bi fikra Rêber Ocalan pêşengiya civaka azad bikin.”

Di berdewama pîrozbahiyê de peyama Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hate xwendin û helbest hatin xwend.

Di pîrozbahiyê de, Humermend Luqman Selîm, Niyan Abdullah, Jîna Seqizî, Berhem Şemamî û Pêşewa Remezan, Koma Hunerî ya Mezopotamya bi berhemên xwe Newroz bi coş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.