Newroz li Kerkûkê bi coşeke mezin tê pîrozkirin

Li Kerkûkê, li Şiyê Sûr Newroz bi tevlîbûna bi sedan kesî tê pîrozkirin.

Bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên herêmê û Kerkûkê Newroz li Şiya Sûr a Kerkûkê tê pîrozkirin.

Li qadê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Azadî, RJAK û rengên kesk, sor û zer hatin hildan. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate dadan. 

Li qadê bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Newroz pîroz be’ hatin qîrin.

Peyama Tevgera Azadî û Komîteya Amadekar ji aliyê Newzat Bekir ve hate xwendin. Newzat Bekir di serî de Newroz li malbatên şehîdan, pêkhateyên Kerkûkê li her kesî pîroz kir. 

Bekir diyar kir ku Newroz pêkve jiyan e û got: “Peyama siyasî ya Tevgera Azadî li ser pêkvejiyana hemû pêkhateyên li herêmê ye. Divê em hemû pêkhate vê Newrozê bikin Newroza aştiyê, li dijî gendelî û diziyê rawestin.”

Bekir anî ziman ku divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar bike û bikeve nava tevgerê û got: “Ocalan rêberê gelan e. Rêberê mirovahiyê ye.”

Piştre hunermend Pêşawa Remezan derket ser dikê û gel li ber stranan govend gerandin.

Pîrozbahî dewam dike.