Nerazîbûna li dijî PDK'ê: Aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser eşkere bike!

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji PDK'ê xwest, ku aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser eşkere bike, ku beriya niha bi demekê ew revandibûn.

Nûnerê Hewlêrê yê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamên PYD'ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz 10'ê Hezîranê li Balafirgeha Hewlêrê çûn pêşiya mêvanan, lê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin revandin.

Ji roja ku hatine revandin û vir ve agahî ji nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin.

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û xwest ku aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser bê eşkerekirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji 10'ê Hezîranê ve çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Hesen û Mustefa Xelîl ne diyar e. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ew kes bêyî tu hişyariyan, ew revandin û çarenûsa wan diyar nake. Şêwazên bi vî awayî ne li gorî nirx û pîvanên diplomatîk e. Her wiha ne li gorî nirxên yekîtiya niştîmanî û têkoşîna hevbeş a ji bo doza Kurdî ye.

Bi navê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radighînin ku aliyên ewlehiyê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê berpirsê çarenûsa wan in. Em piştrast dikin ku metirsî der barê çarenûsa wan de li gel me çêdibin ji ber cihê hebûna wan heta niha nehatiye eşkerekirin. Her wiha tu bersivên fermî der barê sedemên qanûnî ji bo girtina wan, ji me re nehatine şandin.

Em bang li aliyên fermî yên herêma Başûrê Kurdistanê, her wiha rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku alîkariya me bikin, zextê li PDK'ê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin ku cihê hebûna wan kesan eşkere bike û derfetê bide malbata wan ku serdan wan bike û rewşa wan nas bikin. Her wiha wan serbest berdin ji ber tu sedemên qanûnî ji girtina wan re tune ne. Careke din em dibêjin ku aliyên fermî yên Başûrê Kurdistanê berpirsa jiyan û çarenûsa wan kesan e."