'Ne ji gerîla bûya îro wê Şengal nebûya'

Hêzên gerîla beriya niha bi 4 salan piştî ku Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin ji herêmê vekişiyan. Endama TAJÊ Jaklîn Hesen got, ''Ne ji gerîla bûya belkî îro wê li Şengalê Êzdî nebûna.''

3'yê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê êrîşa qirker birin ser Şengalê. Şengalî ji vê re 'Fermana 74'an dibêjin.

PDK ya ku ji berevaniya Şengalê berpirs li gel 12 hezar çekdarên xwe û 7 hezarên hêza berevaniyê ya bi ser Iraqê ve piştî êrîşên ser Şengalê li pey xwe jî nenerîn Şengal terikandin û Êzdî bi hêviya çeteyên DAÎŞ'ê ve hiştin. Tam di rewşeke wiha de komeke gerîla ji bo ku pêşî li qirkirinê bigirin tevgeriyan .Koma gerîla ji 12 kesan pêk dihat.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Jaklîn Hisên dibêje, ''Pêşî 12 gerîlayan berevanî li Şengalê kirin.'' Piştre bi sedan gerîla tevlî berevaniya Şengalê bûn û xwe di ber Êzdiyan de kirin canfida.

KCK'ê beriya bi çar salan di daxuyaniyê de got şertên 3'yê Tebaxa 2014'an rabûne, Êzdî êdî rêxitinî ne, li Şengalê û derdora wê ewlehî hatiy ebicihanîn û ji ber vê hêzên gerîla vekişiyane.

Piştî vê daxuyaniyê, 1'ê Nîsana 2018'an gerîla ji Şengalê û çiyayên derketin, xatir ji Êzdiyan xwestin.

Di salvegra vekişîna gerîlayan de Jaklîn Hisên got, ''Ne ji gerîla bûya belkî îro wê Êzdiyên Şengalê nebûna.''

Hisên wiha domand: ''Bi gerîla Êzdayî û Êzdiyên li Şengalê man. Piştre gerîla demekê li Şengalê man. Vê demê Şengal bi temamî ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û azad kirin, hem jî Êzdiyên ku tertûbelav bûbûn dîsa li Şengalê kom kirin, vîneke siyasî, leşkerî û civakî ku Êzdiyan li hev ragire danîn û gelek ji me Êzdiyan anîn cem hev. Gerîlayan hînî me kirin ku em berevaniyê li xwe bikin, hîn kirin ku li ser raçînka xwe ya civakî û bawerî em çawa dikarin rêxistiniya xwe bikin . Îro em bi wan hene.  Gerîlayan tişta ku ji bo me Êzdiyan kirin weke peywir û berpirsyariyeke wijdanî didîtin û piştî ku li Şengalê aramî saz bû, sala 2018'an veqetiyan û çûne çiyayên azadiyê. Me pir bêriya gerîlayan kiriye û jiyana bi wan re em rûmetdar kirin.''

Hisên dema ku rojên fermanê bi bîr anî, got, ''Çi kesê ku li dora me dost xuya dikirin, ew hêz, dema fermanê rûyê xwe yê rastîn şanî me kirin. Hesabê wê kirin ku Êzdatî çawa dikare were tinekirin û çawa dikarin bibin şîrîkên wan hêzan ku dixwestin Êzdatiyê tine bikin. Bi vî rengî me Fermana 74'an dît. Lê vê carê tiştek cihê bû, me hêzek nas kir ku li cem me bûn û bi canfidayî berevanî li me kirin .Gerîlayên ku ji bo me canê xwe didan, bêyî hesab ev kirin. Em ê ti caran wan ji bîr nekin. Gerîla ji me ne. Di dilê civaka Êzdî de ne. Em wan weke parçeyekî ji xwe dibînin.''

Hisên bi berdewamî diyar kir Êzdî destkeftiyên xwe deyndarî berxwedana gerîla ne û got, ''Fikrên Rêber Apo civaka Êzdî guherandin û ew nêzî rastiya wan kir. Vê rastiyê kir ku civak li her qadê bibe xwedî vîn. Mînak, beriya fermanê ti nirxê me jinan li nav civakê neBû lê piştî ku me şervanên Serok Apo nas kir, bi fikrên Rêber Apo piştî ku em perwerde bûn, her tişt guherî .Îro em jin xwe rê ve dibin, di hemû biryaran de yên derheqê çarenivîsa Şengalê, em xwedî heq in. Jin bûne xwedî gotin û jiyan. Jinan hînî xweberevaniyê bûn. Herî pir jî hîn bû ku xwe biparêze. Her wiha Êzdatî û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo pir nêzî hev in.  Serok Apo bêyî ku cihêtiyê bike, her civak, bawerî û çandê diparêze, dixin bin sîwana xwe .Wiha nêzîkatî li me jî kir. Em ji Kurdan û ji baweriyên din cihê nedî û miemeleya xerîban bi me nekir.''

Hisên tiliya xwe bi Tifaqa 9'ê Cotmehê ya Bexda-Enqere-Hewlêrê ve kir û diyar kir, ev peyman berdewama fermana li ser Êzdiyan e.

Hisên got, ''Li her deverê zextê li ser Êzdiyan dikin, dixwazin vîna me bişkînin.'' Hisên got, ''Heke êrîşek hate ser me em dixwazin gerîla me biparêzin. Ji ber ku em pê dizanin di her şertî de gerîla wê me biparêzin û tenê nehêlin. Jixwe me nedixwest ku gerîla biçin. Ji bilî hêzên me û gerîlayan kesek nikare berevaniyê li me bike.''

Hisên her wiha diyar kir di ser lîderê rûhanî yê Êzdiyan Babaşêx re tê xwestin ku civaka Êzdî were koçberkirin û got:

''Di ser Babaşêx û Êzdiyan re siyasetê bikin.  Dixwazin ku em xaka xwe berdin .Ev siyaseta Barzaniyan e. Barzaniyan çav berdaya xaka Şengalê û dixwazin li vir bi cih bibin. Niha ji bo ku em li pêşiya wan asteng in nikarin vê bikin û di ser Babaşêx re dixwazin vê bikin .Lê bila bi vê zanibin bi rengî em ê xaka xwe bernedin. Berdêla vê çi be em ê li ber xwe bidin.''

Hisên her wiha li ser dîwarê ku hikûmeta Iraqê di navbeyna Şengalê û Rojava jî ava dike jî helwest nîşan da û wiha got: 

'Piştî Fermanê di navbeyna Şengalê û Rojava de girêdanek çêbû. Ewder ji bo me bû pişt.  Hewcehiyê me yên tendiristiyê me di ser Rojava re bi cih dianî. Rojava gelek xizmet di aliyê tendiristî de da me û nêzîkatiya wan pir xweş bû. Em jî piranî dixwazin biçin Rojava. Pir destek dane me. Her wiha di navbeyna Rojava û Şengalê bazirganiyek çêbûbû. Piraniya mirovan debara xwe bi vê dikirin .Her wiha dema fermanê hemû derî li me hatibûn girtin, tenê deriyê Rojava vekirî bû û em qebûl kirin, li me nerîn.  Niha yek bi yek van deriyan digirin. Niha di navbeyna me û gundên Ereb de têlên direhî datînin. Ji her deverê dixwazin Êzdiyan dorpêç bikin û tenê bihêlin. Dixwazin tenê vebijêrka Başûrê Kurdistanê li ber me deynin. Lê em vê qebûl nakin. Kes nikare vîna me bişkîne.''