Navên mîlîtarîst û faşîst li kolanên Wanê tên danîn

Qeyûmên li Wanê operasyona li dijî navên kolanan didomînin. Navên sembolîk ên faşîzma Tirk û navên mîlîtarîst li kolan û cadeyan tên danîn.

Navên nû ku li kolan û cadeyên hatine kirin, tu têkîliya xwe bi tevna dîrokî û çandî ya Wanê re nîne. Qeyûmê ku sala 2016’an hat danîn, navên kolanan bi navên weke Emniyet, Ordû, Cezaevî, Meçhûl Asker, Osman Çavuş û Bîlal guherandibû. Qeyûmên ku bi vê yekê re ranewestiyan ve carê jî navên nû yên wekî ‘Şeyh Şamil, 15 Temmuz Şehîtlerî (Şehîdên 15’ê Tirmehê) û Eskî Cezaevî (Girtîgeha Kevin) danîn. Bi van navan re tê armanc kirin ku bîra gelê Kurd tune bikin û dewletê bi cih bikin.

‘BI VAN POLÎTÎKAYAN DÎROK Û ÇANDA KURDAN TÊ HEDEF GIRTIN’

Parlementerê Partiya Çepên Kesk yê Wanê Sînan Çîftyûrek têkîldarî mijarê agahî da û wiha got: “Navên çiya gund, gelî û bajarên ku sembola dîrok û çanda gelê Kurd in, tên guhertin û navên nû tên danîn. Dema ku navên nû tên danîn, rejîmê bi zanebûn navê kesên wekî Mûglali ku 33 kesan qetil kiribû, baregeheke li navçeya ku komkujî lê hatî kirin danî û piştre li ser îtîrazê rakirin. Navên kesên qetlîamker ên mîna wî, li erdîngariya Kurdistanê tên danîn. Ev yek bi kêr nehat, lê hîna jî bi israr didomînin.”

Çîftyurek anî ziman ku bi vê polîtîkayê re navên ku tu eleqeya xwe bi dîrok û nasnameya gelê Kurd re nîne, li kolan û cadeyên Wanê tên danîn. Çîftyurek diyar kir ku ev operasyon ne tenê li Wanê, li tevahiya Kurdistanê tên kirin û wiha got: “Em ê bi israr xwedî li dîrok, nasname û çanda xwe derbikevin. Em ê nav û nirxên xwe yên çandî di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin. Banga me ji hikûmetê re ev e; Ev polîtîka sed sal in tên kirin, lê gelê Kurd hê jî ne ‘Diyarbakir’, ‘Amed’ dibêjin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku dawî li vê polîtîkayê bînin. Em ê vê mijarê hefteya bê bînin rojeva Meclîsê.”