'NATO bi destê Tirkiyeyê çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne'

Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku welatên sereke yên NATO'yê, Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê bi durûtî ji nedîtî ve tên ku Tirkiye li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Dewleta Tirk ku bi taybetî êrişî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dike, li berxwedana gerîla aliqî. Dewleta Tirk li gel êrişên hewayî û bejayî yên bi her cûre teknîkê, her wiha çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Tevî vê yekê windahiyên mezin dide.

Dr. Serbilind Dersim ku bi salan e li nava refên gerîla doktoriyê dike, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bi karanîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, ji ANF'ê re nirxand.

Serbilind Dersim bi bîr xist ku hebûna hikumeta AKP-MHP'ê li ser qirkirina Kurdan çêbûne û got, "Weke ku tê zanîn 23'ê Nîsana sala derbasbûyî dewleta Tirk a faşîst qirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke ji bo dagirkirinê kir. Li gel her cûre teknîkê, di operasyonê de nekarî encamê bi dest bixe. Ji ber ku li berxewedan û têkoşîneke xurt a hevalên me rast hat, gihîşt asta xitimandinê. bi vê yekê re serî li rê û rêbazên neexlaqî da. Bêguman hêvî dikir ku bi vî rengî encamê bi dest bixe, lê belê bi tedbîrên hevalên me yên li tunelên şer re êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî jî hatin pûçkirin. Di vir de divê ev yek bê gotin; dema ku nû bi kar anîn hin encam girtin, nikare bê gotin ku qet encam negirtin. Piştre bi tedbîrên hevalên me yên li dijî van êrişan, tedbîrên li dijî çekên kîmyewî jî zêde bûn û di encamê de êriş hatin pûçkirin. Lewma jî dewleta Tirk neçar ma xwe vekişîne."

DEWLETA TIRK BI SALAN E ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Serbilind Dersim anî ziman ku dewleta Tirk pitşî salekê careke din êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev agahî da: "Dewleta Tirk bi bikaranîna teknîkê re, bi dehan balafirên şer, obusan, helîkopteran bombardûmaneke giran kir û bi liv û tevgera balafirên bêmirov li dijî tevgera me dest bi êrişeke nû kir. Lê belê li hemberî bersiva gerîlayan ku bi rê û rêbazên nû bersivê didin, şoq bûne. Di demeke kurt de zêdeyî 200 dagirker hatin kuştin. Dewleta Tirk ku fêhm kir bi vî rengî nikare encamê bi dest bixe, careke din dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Ji helîkopteran, ji balafiran bombardûmana bi çekên kîmyewî li ser hevalên me dikin. Hevalên me jî bi tecrûbeyên ji sala derbasbûyî wergirtî, bi tedbîran ev êriş jî têk birin. Dewleta Tirk bi van êrişên kîmyewî jî wê nikaribe encamê bi dest bixe. Ev jî nîşan dide ku ev şer wê bibe şerê wan ê dawî. Û hikumeta AKP-MHP'ê ya li ber hilweşînê ye bi qertên xwe yên dawî dilîze. Serketin wê bibe ya gerîlayên Kurdistanê ku di nava şert û mercên gelekî giran de bi ruhê fedaî şer dikin. Beriya Şerê Cîhanê yê 2'emîn Peymana Cenevreyê hate îmzekirin û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hin sînor hatin danîn. Piştre bi konvansiyona çekên kîmyewî ya sala 1993'an bikaranîna çekên kîmyewî hate qedexekirin. Têkildarî vê yekê li dijî hilberîn û stokkirina çekên kîmyewî, her wiha ji bo tunekirina çekên kîmyewî Yên heyî peymana navneteweyî hate îmzekirin. Û li ser berpirsyariya vê peymanê rêxistinek hate avakirin. Ev rêxistin li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hate avakirin. Tevî ku ev hemû li ser çarçoveyeke qanûnî hate danîn jî hêzên hegemonîk timî çekên kîmyewî bi kar anîn.

Dewleta Tirk jî îro li dijî me çekên kîmyewî bi kar tîne; lê belê ev nayê wê wateyê ku di vî şerî de wê bi ser bikevin. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan par jî ne destpêk bû, îsal jî ne destpêk e. Bi taybetî di sala 1920'î de Îngilizan li dijî Şêx Mehmûd Berzencî çekên kîmyewî bi kar anîn. Di salên 1937-1938'an de dewleta Tirk çekên kîmyewî bi giranî di Komkujiya Dersimê de bi kar anî. Sala 1988'an li Helebceyê desthilatdariya Saddam li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar anî. Ji bilî van, li dijî tevgera me ji salên 1990'î û vir ve çekên kîmyewî tê bikaranîn."

KÎMYASAL BI KODA CS KIRIN CEBILXANE

Serbilind Dersim bi bîr xist ku peymana li dijî çekên kîmyewî sala 1993'an hate îmzekirin û sala 1997'an kete meriyetê û got, "Çekên kîmyewî weke madeyeke ku dibe sedema mirina mirovan û heywanan an jî mirovan bêhal dike, hatiye pênasekirin. Ne tenê dikuje, di heman demê de bi demkî felç dike, bi demkî kor dike, bi demkî kerr dike. Madeyên ku mirovan bi demkî ji ser hişê xwe dibe, weke çekên kîmyewî têne pênasekirin. Gaza îsotê jî çekeke kîmyewî ye, bi taybetî bikaranîna vê gazê li qadên leşkerî hatiye qedexekirin. Bi koda CS veguherandine cebilxaneyekê, kirine fîşekeke hawanê û di destê artêşa Tirk de heye. Mîna ku me got, ev yek bi temamî li dijî peymanên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk van gazên îsotê tîne li tunelê me yên şer, li qadên girtî bikar tîne. Ev yek jî dibe sedem ku bi demdirêjî pirsgirêkên tenduristiyê, encamên kuştinê bi xwe re bîne. Lewma divê gaza îsotê ji rêzê neyê dîtin. Mînak li bajaran, mehên zivistanê bi sedan mirov ji ber sobeyê bi jehrê dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Tişta ku di vir de dibe sedema mirina mirovan çi ye? Gaza karbonmonoksît e. Gaza karbonmonoksît çekeke kîmyewî ye, na. Normal weke gazeke ji sobeyekê tê, pênase dibe. Her wiha weke gazeke ji egzoza wesayitekê yan jî egzoza jeneratorekê tê, pênase dibe. Lê belê eger hûn wê gazê bixin nava kapsulekê û ji bo kuştina mirovan bi kar bîne, ew hingî dibe çeka kîmyewî. Gaza îsotê jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk vê çekê bi topên hawanê weke cebilxaneyekê li dijî hevalan bi kar tîne.

Her wiha madeyeke Grînkros hebû ku par li dijî hevalan hate bikarnaîn. Di lîteratura tevahiay cîhanê de gazeke kîmyewî ye. Bi helîkopteran anîn qadên şer û li dijî hevalan bi kar anîn. Ev hemû bi dîmen û delîlan di destê me de ne. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku di vê mijarê de li dijî Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê. Emerîka, Frsansa, Îngilistan bi kurtasî welatên sereke yên NATO'yê dewleta Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne -ku em vê napejirînin-, lê belê bi durûtî ji nedîtî ve tên ku li dijî Kurdan, bi taybetî li dijî tevgera me çekên kîmyewî têne bikaranîn. NATO bi destê Tirkiyeyê li dijî tevgera me çekên kîmyewî bi kar tîne."

'EM BANGA XWE YA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DUBARE DIKIN'

Serbilind Dersim diyar kir ku par hin sazî ji bo tespîtkirina çekên kîmyewî hatin Başûrê Kurdistanê, lê belê rêveberiya PDK'ê ya ku hevkariyê bi hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê re dike rê nedan wan û got, "PDK'ê nehişt ku ev sazî bêne qadê. Hinek ji wan destgîr jî kir. Her wiha nehişt ku hinek xwe bigihînin Başûrê Kurdistanê. Em heman bangê îro jî li saziyên navneteweyî dikin; bi taybetî welatên ku tevlî konvansiyonela li dijî çekên kîmyewî bûne, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên civakî yên sivîl, doktoran, bi kurtasî bang li hemû rêxistinên k ubi vî karî re mijûl dibin dikin ku bên Başûrê Kurdistanê, tespît bikin ku li qadên gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve çekên kîmyewî têne bikaranîn û têkildarî vê yekê li dijî dewleta Tirk li qada navneteweyî gavê bidin avêtin.

Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê êdî xitimî ye. Beriya hilbijartinên 2023'an li dijî tevgera me dest bi êrişeke berfireh kir û hewl dide encamê bi dest bixe. Bi rêya vê yekê dixwaze di hilbijartinên bê de bi ser bikeve û hebûna xwe dewam bike. Lê belê divê ev yek bê zanîn ku tevî bi sedan balafirên xwe, teknîka xwe, obus, helîkopter û balafirên bê mirov ên bi çek û bê çek, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li van çiyayan zora dewleta Tirk dibin. Her roj derbê lê didin. Divê her kes zanibe ku PKK tevgereke welê ye ku têk naçe."