Nasnameya şervanekî yê Hêzên Erka Xweparastinê hat eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya Desteya parastinê nasnameya şervanekî yê Erka Xweparstiyê eşkere kir.

Navenda Ragihandina Desteya Parastinê ya Kantonê Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê bi navê Îmad Şêx Hemo, eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Wek Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê, em sersaxiyê ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îmad Şêx Hemo re dixwazin û soz didin ku em ê rêya wî bişopînin û hêviyên wî pêk bînin.”

Nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê jiyana xwe ji dest daye wiya ye:

Nav û Paşnav: Îmad Şêx Hemo

Navê Dayîkê: Fetûm

Navê Bav: Yehya

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Qere Tepe (navçeya Şera)/ 1996

Dîroka Beşdarbûnê: 01.09.2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn/ 04.02.2017