Nasnameya gerîlayên ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 19’ê Tebaxê de li Payîzavaya Wanê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 19’ê Tebaxê de li Payîzavaya Wanê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Di malpera HPG’ê de têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, ev agahî hatin parvekirin:
“Di 19’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Nordizê ya Payîzavaya Wanê operasyonek dabû destpêkirin. Di heman rojê de jî gerîlayên me li nêzî gundê Axulayê rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Ji ber şer û bomberdûmanê 4 hevalên me gihiştine şehadetê.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;
Nasnav: Agît Colemêrg |
Nasnav: Aras Başkale |
Nasnav: Bahoz Hevîdar |
Nasnav: Rizgar Elbak |