HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayekî ji ber qezayekê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 29’ê Çileya 2018’an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Welat Colemêrg (Firat Korkmaz) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye.

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest daye jî wisa ye:

Nasnav: Welat Colemerg
Nav û Paşmav: Firat Korkmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Zubeyde - Yakûp
Cih û Demê Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / 29’ê Çileya 2018’an

Welat – Firat Korkmaz

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Welat Colemêrg li Colêmêrgê hatiye dinyayê û di malbateke welatparêz de mezin bûye. HPG’ê got ku, “Hevalê me Welat li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bêdeng nema û di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêhevalê me Welat bi dilpakî û dilsoziya xwe bal dikişand û her dem dixwest ji rêhevalên xwe tiştekî fêr bibe. Rêheval Welat tevî temenê xwe yê ciwan, bi berpirsyariyeke mezin tevlî nav xebatan bûye û heta kêlîka şehîdbûnê li ser esasê mîlîtanbûnê ji rêhevalên xwe re bûye mînak.

Ji ber şehadeta rêheval Welat, di serî de ji bo malbata Korkmaz em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin, heta ku gelê me azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”