Nasnameya gerîlayeke jin a li Bagokê şehîd bû hate eşkerekirin

Nasnameya yek ji gerîlayên YJA Starê yên li Bagokê şehîd bû hate eşkerekirin. HPG'ê got, "Şehîdên Bagokê wê ji bo me bibe hinceta serketinê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka meha Kanûnê ve li eyaleta Mêrdînê dest bi operasyonên berfireh kir. Di dema van operasyonan de ku bi rojan dewam kir kampek ji 6 hevrêyên me yên jin kete şer û 2 rojan li vê qadê şerekî giran qewimî. Hevrêyên me yên jin bi pêşengiya fermandara herêmê hevrê Hîra berxwedaneke destanî nîşan dan û sekna teslîmnegirtî ya jinên Kurd bi rengekî lehengî temsîl kirin. Di vî şerî de 6 hevrêyên me yên jin ên bi ruhê Apoyî yê bilind şer kirin, şehîd bûn. Eşkere bû ku du ji hevrêyên me yên şehîd bûne Hîra Ûlaş û Sîmanûr Kaya ne. Agahiyên berfireh ên nasnaneyên hevrêyên me yên din piştî ku diyar bûn wê bi raya giştî û gelê mê re bêne parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Hîra wiha ye:

Nasnav: Hîra Ûlaş
Nav paşnav: Denîz Orak
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Çîçek-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Kanûna 2021 / Mêrdîn

Hevrêya me Hîra li Nisêbîna ku navenda berxwedanê ya pêşenga kevneşopiya serhildanê ye, ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek tevlîbûnên xwe heye û berdê daye. Hevrêya me Hîra bi hewldanên xwe têkoşîn nas kir, her ku nas kir kete bin bandora wê û bi biryardariya ku bi rengekî çalak cihê xwe di nav de bigire, weke jineke Kurd a ciwan tercîha xwe li azadiyê bi kar anî. Li dijî her cûre zext û zilma paşverû, hevrêya me têgihişt ku hêza rasteqîn a çareseriyê bi felsefeya Rêber Apo dibe û xwe bi Îdeolojiya Azadiya Jinê xurt kir, li ser xeta serketinê meşiya. Li hemberî hewldanên sîstema kapîtalîst a ji bo tunekirina civakê û qutkirina kesayet ji koka xwe, bedewiya têkiliyên hevrêtiyê û jiyana civakî ya rasteqîn a jiyana komunal a PKK'ê dît, bi rengekî bêsînor pê ve hate girêdan û bi tempoyeke bilind tevlî bû. Hîn di sala destpêkê ya tevlîbûnê de xwe bi pêş ve bir, tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Weke jineke Kurd a xwedî îrade li qada leşkerî xwe kûr kir û di demeke kurt de bû fermandareke xwedî tecrûbe ya YJA Starê. Di serî de Zap, Xakurkê û Botan li cografyayên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir û ji bo welatê me ji dagirkeran bê paqijkirin bênavber têkoşiya. Hevrêya me Hîra ku di şer û jiyanê de xwedî sekneke xurt a milîtaniyê bû, bû parêzvana xeta Rêbertî. Tevlî bi dehan çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rêxistin kir û bû xwedî tevlîbûneke şoreşgerî ya pêşketî. Di demekê de ku dagirkeran dest bi pêleke bêsînor a êrişan kir, li refên herî pêş cih girt û dilsoziya bi şehîdan û gelê me re careke din nîşan da. Hevrêya me Hîra heta kêliya şehadetê bi kesayetiya milîtan li refên herî pêş meşiya. Meşa şoreşgerî ya hevrêya me Hîra ji aliyê hevrêyên wê ve wê bê biserxistin.

Hevrêya me Hîra bi berxwedana bênavber a 21 salan nirx li têkoşîna jiyana welatekî azad a gelê me û têkoşîna azadiya jinê zêde kir. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Hîra em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin."