Nasnameya gerîlayê li Xakurkê şehîd bû, hate eşkerekirin

Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ku 29’ê Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, gerîlayekî HPG’ê şehîd bû. HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku roja 28'ê Cotmehê saet 07.10'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine. Di vê êrîşê de hevalê me Çiya Amed şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2018/ciya_felat_small.jpg

Nasnav: Çiya Amed

Nav paşnav: Felat Alkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Bedriye-Sıddık

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Cotmeha 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Çiya – Felat Alkan