NÛ BÛ- Nasnameya du gerîlayên li Dihê şehîd bûne hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên wan ên bi navê Mahîr Maletya û Rêzan Goyî 11’ê Cotmehê li navçeya Dihê ya Sêrtê şehîd bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de nasnameya gerîlayên li Dihê şehîd bûne û li ser têkoşîna wan agahî parve kir.

Daxuyaniya li ser malpera farmî ya HPG’ê cih digire wiha ye:

“11’ê Cotmehê saet 17:30’î 2 hevrêyên me dema ji bo erkekê ber bi qada Çirav agirêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ve diçûn, rastî yekîneyên veşartî yên li qadê xwe bi cih kiribûn hatin. Hevrêyên me yên li vir bi leşkeran re ketin şer, derbên xurt li yekîneyên dijmin dane. Di encam vî şerî de kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin, hevrêyên me Mahîr û Rêzan heta guleya xwe ya dawî li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameya gerîlayên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Mahîr Malatya
Nav û Paşnav: Selçûk Kose
Cihê Jidayikbûnê: Meletî
Navê Dayikê- Bav: Meryem - Suleyman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê Sêrt/ 11’ê Cotmeha 2018

Mahîr – Selçûk Kose

Nasnav: Rêzan Goyî
Nav û Paşnav: Serbest Paksoy
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayîkê - Bav: Şefîka - Omer
Cih û Dîroka Şehîdbûnê Sêrt/ 11’ê Cotmeha 2018

Rêzan - Mehmet Paksoy

MAHÎR MELETÎ

Hevrêyê me Mahîr li navçeya Yazihan a Meletiyê sala 1981’an hatiye dinê, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye û sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bûye. Hevêr Mahîr ê zanîsta şoreşgerî ya li ser bingehê felsefeya Rêber Apo girtî, bi kesayeteke sosyalîst, weke milîtanekî xweragir ê Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîn kir, di demeke kin de di warê rêxistinî de xwe pêş xist, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de di nava xebatên cihê yên şoreşgeîr de cih girt. Hevrê Mahîr ê xwedî kesayetekî sade, dilgerm, li ser bingehê kesayetekî kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînakek bû, her demê bi ruhê xwe yê ciwantî hê zêdetir têkoşîn kiriye. Hevrê Mahîr ê li ser vî bingehê xurt ji bo pêvajoya şer hesab ji dijmin bixwaze ketiye ser rêya Botanê li Gabar ê warê Egîdan di asta fermandariyê de wezîfe girtiye û berpirsyartî girtiye ser milan.

RÊZAN GOYÎ

Hevrê Rêzan jî li navçeya Qilaban a Şirnexê sala 1988’an hatiye dinê, di salên ciwantiyê de rastiya dijmin dibîne û sala 2008’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Rêzan ê sala 2009’an li Zagorosan dema bi erka xwe radibû, dîl ketibû destê hêzên dagirker ên TC’ê,dema ji esaretê rizgar dibe, dubare berê xwe dide refên gerîlayan. Hevrê Rêzan ê bi seknekî rast, xebatkar û fedkar bi seknekî leşkerî di demeke kin de xwe bi rêxistin û perwerde kir, vê carê ber xwe da warê lê ji dayik bûye Botanê têkoşîna xwe li warê Egîdan Gabarê bi rê ve bir.

Em hevrêyên xwe Rêzan û Mahîr ên ked, fedekar û cesareta xwe ji Egîdan, Adilan, Erdalan û Çîçekan ên li Botanê girtî bi rêzdarî bibîr tînin, em soza bicihanîna xeyalên wan ên ‘Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke Azad’ di têkoşîna xwe de bigihînin serkeftinê didin.”