Nasnameya 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane,hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Amed û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Amed û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Di daxuyaniya malpera HPG’ê de têkildarî gerîlayên ku di 13’ê Tîrmehê de li Amedê û di 6’ê Tîrmehê de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane, agahî hat dayîn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
“Di daxuyaniya me ya di 18’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 13’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer li qada Şehîd Serxwebûn a Amedê operasyonek dabû destpêkirin û li vê derê şerekî giran çêbûbû. Me diyar kiribû ku di vî şerî de 4 hevalên me şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;
Nasnav: Agît Simko |
Nasnav: Bager Felek Kop |
Nasnav: Serhat Baz |
Nasnav: Serhildan Mahîr |
Di 6’ê Tîrmehê di saet 23.30’an de li nêzî gundê Dawûşa ya Çelê ya bi ser Colemêrgê hêzên me rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de 2 hevalên me piştî berxwedaneke bi qehremanî şehîd bûne û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin jî nehatine tespîtkirin.
Nasnav: Aşkan Eftelya |
Nasnav: Şiyar Serxwebun |