Nasnameya 5 şehîdan hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li herêmên Avaşîn û Heftanînê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 5 gerîlayên 17 û 19'ê Mijdara 2018'an şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ŞEHÎDÊN HEFTANÎNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "17'ê Mijdara 2018'an, ji ber êrîşa artêşa TC a dagirker a li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Aso Kelar, Fedakar Diyadîn û Şoreş Kiçî şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Aso Kelar
Nav paşnav: Aso Suleyman Salîh Cebbar
Cihê jidayikbûnê: Kelar
Dayik-Bav: Xewle-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

***

Nasnav: Fedakar Diyadîn
Nav paşnav: Cezmî Gurses
Cihê jidayikbûbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Nafya-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

***

Nasnav: Şoreşger Kiçî
Nav paşnav: Firat Babat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Mijdara 2018'an / Heftanîn

ŞEHÎDÊN AVAŞÎNÊ

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Di daxuyaniya xwe ya 20'ê Mijdara 2018'an de me ragihandibûn ku ji ber êrîşa hewayî artêşa TC a dagirker a 19'ê Mijdarê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Firat Kandîl û Siyabend Farqîn şehîd bûne. Em niha agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan eşkere dikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdên herêma Avaşînê wiha ye:

Nasnav: Firat Kandîl
Nav paşnav: Abdulbas Ahmet Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Hewlêr
Dayik-Bav: Xatûn-Ahmet Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn

***

Nasnav: Siyabend Farqîn
Nav paşnav: Fahrettîn Şen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hatûn-Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê ye: 19'ê Mijdara 2018'an / Avaşîn

'EM Ê ALA WAN BIGIHÎNIN ASTA SERKETINÊ'

Di daxuyaniyê de li ser şehîdan wiha hate gotin:

"Her pênc hevrêyên me ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkhatina azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşîna şoreşê bûn, bi fedakarî û kedkarî timî xwestin li refên pêş bin û bi vî rengî bi erkê xwe yê demê rabûn. Ev hevrêyên me yên hêja xwestin di bîrdoziya jiyana a azad a Rêber Apo de xwe kûr û şareza bikin û berpirsyariyên girîng ji me re hiştin. Li dijî sîstema qirêj a ku dixwaze gelê me di warê fikir û ruhî de ji hev parçe bike, ev her pênc hevrêyên me bûn sembola yekîtî û têkoşînê. Bi bilindkirina ala azadiyê ku wan radestî me kirine, em dikarin xwedî li bîranînên wan derkervin. Li ser vê bingehê, destpêkê malbatên me yên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê ala azadiyê ya wan radestî me kirin bigihînin asta serketinê. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser şopa Aso, Fedakar, Şoreşger, Firat û Siyabendan refên gerîla xurtir bikin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."