Nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne hate eşkerekirin

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameya 5 gerîlayên di demên cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro li her cihên axa Kurdistanê şehîdên me radizên. Meha Tîrmehê ku ji her alî ve berxwedan û serketina PKK'ê temsîl dike, ji bo me weke meha ku mirin li pêşberî jiyanê têk çûye, tê bîranîn." Komîteyê sersaxî ji gelê Kurdistanê û malbatan re xwest.

Di daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê de wiha hat gotin:

"Têkoşîna azadî û jiyana bi rûmet a ku ji aliyê nirxên gelekî mezin û şehîdên me meşandin, bêguman bi şerê mezin ê şehîdên me ku canê xwe kirin sîper ji felsefeya Rêber Apo re, gihîştiye serdema heyî û bi serketinê tacîdar bûye.

Şehîdên me, mîna findekê bêyî ku vemire xwe di oxira azaiyê de helandine û bûne yekane ronahiya ku mirovahiyê di nava tarîtiyê de ronî dikin. Em wan careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê di her kêliya vê têkoşîna xwe ya mîna beza maratonê de wan bijîn û bidin jiyîn.

Di şexsê hevrêyên xwe de em hemû hevrêyên xwe yên di meha Tîrmehê de şehîd bûn bibîr tînin. Soza me ya ji bo şehîdan li ser bingeha berxwedan û serketinê ye. Li ser vê bingehê, bîranîna wan wê pêşengê têkoşîna me be. Em di serî de ji malbatên wan re, ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 5 gerîlayên di demê cuda de şehîd bûn, wiha ye:

Nasnav: Hêlîn 
Nav paşnav: Nûrşe CEBE
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Delal-Kasim
Dem û cihê şehadetê: 1998 / Dersim

Nasnav: Hevîn Delal
Nav paşnav: Şenay TURK
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: 
Dem û cihê şehadetê: 25.07.1995 / Zagros

Nasnav: Sîpan
Nav paşnav: Vesîm KAYDU
Cihê jidayikbûnê: Milazgir
Dayik-Bav: Sûltan- Şakîr
Dem û cihê şehadetê: 1994 / Garzan

Nasnav: Dr. Ferhat
Nav paşnav: Mîkdat DEMÎREL
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fatma- Abdûlkûdûs
Dem û cihê şehadetê: 1995 / Serhat

Nasnav: Serket Rizgar
Nav paşnav: Semyetîn TANHAN
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Beyîye- Alî
Dem û cihê şehadetê: 1998 / Mêrdîn