Nasnameya 4 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ji ber qezayê şehîd bûne eşkere kir û got “Em bang dikin ku li dora nirxên ku şehîdên me derxistine holê em kom bibin û têkoşînê geş bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Di Sibata 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê komek hevalên me, di dema xebateke perwerdehiyê de, bêhemdî teqînek pêk hatiye. Di vê qezayê de hevalên me Sîdar, Mordem, Serbest û Şevger şehîd bûne. Şehadeta ev hevalên me yên ku her yek ji wan fermandarekî fedaî bûn, ji bo me û ji bo gelê me windahiyeke mezin e. Em ê ji şehadeta hevalên xwe yên fedaî tecrubeyan derxînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan  di Kurdistana Azad de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Sîdar Zîlan

 Nav û paşnav: Xelîl Zezrob

 Ciyê jidayikbûnê: Efrîn

 Navê dê û bav: Fatma – Ezîz

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Mordem Êrîş

  Nav û paşnav: Vedat Bîngol

  Ciyê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Fahriye - Nûsret

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Serbest Bêrîtan

  Nav û paşnav: Ramazan Can

  Ciyê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Atiye - Alî

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Şevger Hîvron 

Nav û paşnav: Mihemed Îdan

  Ciyê jidayikbûnê: Minbîc

  Navê dê û bav: Cîhan - Salih

  Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

SÎDAR ZÎLAN

Heval Sîdar ê ji eslê xwe ji Efrînê li Helebê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku li Helebê mezin bûye ji zaroktiyê ve hevalê me Sîdar tengijiye û ji ber ku nekariye bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî biaxive û pê perwerde bibe, rastiya dijmin nas kiriye. Ligel ku rejîma Baas zext dikir jî wî hewl daye çanda xwe bide jiyîn û bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike. Ji ber ku malbata wî welatparêz bûye wî partiya me PKK bihîstiye. Di serê destpêkikirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ew tevlî nav rêxistinên ciwanan bûye, roj bi roj partiya me û Rêber Apo nêztir nas kiriye. Bi naskirina Rêbertî û partiya me bêtir girêdana xwe xurt kiriye û di sala 2012’an de tevlî nav têkoşînê bûye. Demekê li Rojava maye û ji bo parastina destkeftiyên gelê me tevlêbûneke fedaî nîşan daye û sê caran birîndar bûye. Heval Sîdar di vê pêvajoyê de rêhevaltiya di nav PKK’ê de û jiyana bi exlaq û pîvan a partiya me baş fêm kiriye. Piştî ku demekê li Rojava maye, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav rêxistina Hêzên Taybet bûye û xwe li ser xeta fedaiyan perwerde kiriye. Heval Sîdar bi helwesta xwe ya di perwerdehiyê û jiyanê de bûye yek ji fermandarê Hêzên Taybet û bi gelek xebatên krîtîk baweriya ku rêxistina me daye wî, bi serkeftî bi cih aniye. Heval Sîdar bi hezkirin û hurmeta li hemberî hevalên xwe û tevî jiyana rêhevaltiya di nav PKK’ê jiyan ji xwe re kiriye esas. Heval Sîdar bûye yek ji milîtanê pêşeng ê felsefeya Apoyî û wê ji bo me her de bibe sedema kûrbûna di milîtanî û fedaitiyê de.

MORDEM ÊRÎŞ

Heval Mordem li bajarê Amedê ya ku welatparêziya gelê Kurd lê xurt bûye, ji dayik bûye. Wî zaroktiya xwe li Sûrê derbas kiriye û ev bûye sedem ku ew pergala mêtinger zû nas bike. Heval Mordem dema ku li Enqereyê zanîngeh dixwend rûyê rastîn ên dewleta Tirk nas kiriye û biryar daye ku divê têbikoşe. Heval Mordem xebatên ciwanan di serî de di nav gelek xebatan de cih girtiye û di her xebate de di nava demeke kurt de encamên baş bi dest xistiye û ji ber vê dijmin berê xwe daye ser heval Mordem. Heval Mordem hatiye girtin û bi qasî du salan di zindanê de maye û li ber xwe daye. Wî li zindanan Partiya me û Rêbertî ji nêz ve nas kiriye. Piştî ku ji zindanê derketiye wî biryar daye têkoşîna xwe li çiyayan bidomîne. Wî hemû şertên Modernîteya Kapîtalîst red kiriye û di sala 2015’an de berê xwe daye çiyayên azadiyê. Demekê li qada Qendîlê têkoşiyaye û ji bo tevlêbûna xwe ya fedaî veguherîne tarzeke encamgir û berpirsyariya giran a şoreşê hilde, tevlî nav rêxistibûna Hêzên Taybet bûye.Wî bi têkoşîna xwe ya li ser xeta îdeolojîk û rêxistinî ji hemû hevalên xwe re bûye mînak. Bi enerjiya xwe ya zêde û coşa bêdawî bûye mînaka milîtaniyeke rast. Wî her dem girêdayîna xwe ya bi Rêbertî aniye ziman û kûrbûna xwe veguherandiye karakterekî. Heval Mordem li hemberî hemû dijwariyan bi ken bersiv dida û vê taybetiya wî ji bo hemû hevalên wî bûye çavkaniya moral.

SERBEST BÊRÎTAN

Bajarê Cizîra Botan bi çand û sekina xwe ya serhildêr û jiyana xwe ya azad her demê bûye yek ji navendên manewiyeta girîng. Gelê me yê Botanê di ti dema dîrokê de serî netewandî, bi vê taybetmendiya xwe ya bûye qûlbeya welatparêziyê. Gelê me yê Cizîrê ku di oxira jiyana azad de berdêlên mezin dane, ji ber  vê sekna xwe ya bi rûmet, her demê rû bi rûyê êşkence û qetlîamên mezin ên dagirkeriyê hatiye. Ewladên leheng ên Cizîra Botanê tiştên di zarokatiya xwe de dîtin û bihîstin ji bîr nakin. Hevrêyê me Serbest jî di nava rastiyeke wiha ya Cizîrê de mezin dibe, li nava malbateke welatparêz hatiye dinê. Hevrêyê me Serbest ê li Cizîrê mezin bû, yekan e sedem bu ku rastiya şoreşê fam bike. Rastiya dijmin ji nêz ve dît, bû şahidê êrîşên dijmin. Ji bo vê weke ciwanekî Kurd li dijî dijmin rêya têkoşînê hildibijêre û sala 2012’an tevlî nava refên gerîla dibe. Ji ber temenê wî yê biçûk, cih di nava refên gerîla de nagire. Hevrê Serbest ê dev ji biryardarî û têkoşînê berneda, vê carê sala 2014’an berê xwe dubare dide çiyayên Kurdistanê û tevlî gerîla dibe. Hevrê Serbest ê bi zanabûneke ya kedkar û kesayetek binirxên mezin avakirî, li her qada xebatê bi keda xwe xwe pêş xist, bi vê taybetmendiya xwe hewl daye jiyana xwebûn a felsefeya Apogeriyê bijî. Hevrê Serbest ê xwedî kesayeteke bê sekin û tebat bû, vê enerjiya wî bandorê li hevrêyê wî jî kiriye, hevrêyê xwe jî bi xwe re pêş xistiye. Ji ber vê taybetmendiya xwe bûye çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Serbest ê baş dizanî ku şoreşgertî erkên mezin hildana ser milê xwe û bicihanîna van berpirsyariyan e, her demê li her qadên zor û zehmet, xebata herî zehmet pêşniyar kiriye. Mîna her milîtaneke Apoyî, vê taybetmendiya ku divê hebe li her qada jiyanê pêk bîne û pêş bixe, ketiye nava tevgerê. Hêrsa wî ya li ber dijmin û daxwaza wî ya şer a li dijî vê dijminê qirker mimkûn bû. Ji bo vê yekê sala 2016’an hevrê Serbest berê xwe da Avaşîn a yek ji qadên şer herî dijwar lê dihate kiri bû. Li vê herêmê bi fedekarî, kedkarî bi fedayî tevlî bû û j ibo hevrêyên xwe bû mînak. Hevrê Serbest cih di gelek çalakiyan de girt ku derbên xurt li dagirkeriyê da, hêrs û kîna xwe ya li ber dijmin bi awayeke herî  baş nîşan da. Hevrê Serbest ji bo serketina xwe ya li qadê baştir bike û di asta pisporî de bidomîne û fedayîtiyê kûr bike tevlî Hêzên Taybet dibe, bi perwerdehiya îdeolojîk, bû yek ji hevrêyên herî xurt ê refên fedayîtiyê. Hevrê Serbest bê ku fikar û guman pêre çê bibe, bû şervaneke baş ê Fermandar  Zîlan, bû fermandarek mînak ji bo me hevrêyan.

ŞERVAN HÎVRON

Hevrêyê me Şevger li bajarê Minbic ê gelên Ereb, Kurd û Çerkez ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpar dijîn di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Bajarê Minbic ê salên dûr û dirêj ma di bin zextên rejîma Baas û çeteyên DAÎŞ’ê de,  bi salan xwestin ji nirxên wê yên xweser dûr bixin. Gelê me yê li vir tevî hemû zextan ji çand û bajarê xwe, nirxên xwe tawîz nedan û li ber xwe daye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ji bo xwe kirin rênîşan piştî Minbic ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir û şûnde, gelê me gihand azadiyê. Hevrê Şevger di pêvajoya şer de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, hema biryara tevlîbûnê dide. Destpêkê her çendî Rêber Apo û partiya me PKK’ê baş nas neke jî, pêşketinên Şoreşa Azadiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser pradîgmaya Rêber Apo hatî pêşxistin, pir bandor lê dike. Ji bo vê xwest çavkaniya şoreşê fam bike. Piştî demek kin a tevlî xebatên şoreşê bû û şûnde, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî gerîla dibe. Piştî tevlî nava refên gerîla dibe û şûnde, hevrê Şevger ji bo baştir naskirina Rêber Apo û PKK’ê pir girîngî dide perwerdê.  Hevêr Şevger zû adepteyî çiya û perwerdehiyê dibe. Ji ber kelecanî û mereqê zû fêr dibe û pêşketinan bi xwe re çêdike. Hevrê Şevger dide nîşandan ku sînorê xwe pêşxistinê yê mirovan nîne, her kêlî dikare xwe pêş bixe û kûr bibe. Piştî lêhûrbûnên kûr dixwaze tevlî Hêzên Taybet bibe. Piştî pêşniyara wî hate qebûlkirin û şûnde, ji bo rêbazên paradîgmaya Rêber Apo di kesayeta xwe de bike yek, tim dixwîne, lêkolîn dike, bi hevrêyên xwe re nîqaş dike. Piştî tevlî Hêzên Taybet dibe û şûnde hedefa wî pratîkkirina paradîgmaya Rêbertiye, azadiya fîzîkî ya Rêberiyê ye, bûye milîtaneke gotin û pratîka wî yek. Hevrê Şevger bi kedê mezin bûye, dema tevlî partiyê jî bûye, bi keda xwe xwe avakiriye. Bi enerjiyeke ku ti demê dawî nebe, dibeze her karî, li her xebatê cih digre, bi vê taybetmendiya xwe rêzdariya hemû hevrêyên xwe girtiye. Hevrê Şevger ê bi xwebûn, sade, dilnizmiya zarokatiyê û pakiya xwe tevlî jiyanê bûyî, çirûska ji çavan diçe, hêviya serketinê nîşan dida. Hevrê Şevger şerê tunelan ku ji dil hîs dikir, j ibo serketina vê takîtka şer, bê ku bêje şev û roj e, tim di nava hewldanan de bû. Vê hewldana wî di asteke bilind de, çeperên hêzên me xurtkiriye. Di dema avakirina şerê tunelan de, hevrê Şevger di encama qezayekê de giran birîndar dibe, tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin û şehîd dibe. Şehadeta Hevrê Şevger ê terzê şerê tunelan bi hemû hucreyên xwe hîs dikir, ji bo vê şev û roja xwe kir yek, em ji dil êşandin. Em ê xeyala hevêryê xwe ya şerê tunelan dijmin tarûmar bikin, teqez bigihînin encamê. Hevrê Şevger ê cihê xwe li dilê hemû hevrêyan kir, şehadeta wî ji bo me hevrêyên wî têkoşîn kirin û tolê ji dijmin rakirine.

Hevrêyên me Sîdar, Mordem, Serbest û Şevger ên fedayîtya xwebûnê ya PKK’ê bi awayekî herî zelal jiyan, erk û berpirsyariyên xwe yên demê pêk anîn, di serî de ji malbatên xwe yên bi nirx, hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Bang dikin ku zêdetir dor li nirxên ku şehîdên me dayî avakirin bibin yek û têkoşînê mezin bikin.”