Nasnameya 2 gerîlayên li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên di meha Gulanê de li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em nasnameya du hevrêyên xwe, ku di meha Gulanê de li Botan û Colemêrgê di şerê dijî artêşa TC a dagirker de şehîd bûn, lê agahî û cenazeyên wan hê nû zelal bûne, ji raya giştî re eşkere dikin. Ji ber vê derengmanê em lêborînê ji malbatên xwe Ereylî û Kaya dixwazin.

Nasnav: Canfeda Ararat
Nav paşnav: Sînan Kaya
Cihê jidyikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Halîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Gulana 2017 / Şirnex

Nasnav: Dijwar Şiyar
Nav paşnav: Nevzat Ereylî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gullu-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Hevrêyên me Canfeda û Dijwar, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên di sala 2015'an de li hemberî tevgera me dest bi êrîşa faşîst a topyekûn kir, li ser navê ciwanên Kurdistanê yên leheng bêdeng neman û têkoşiyan. Her çend li çiyayên azad ji bo jiyaneke azad û bi rûmet demeke kurt li nava refên gerîla man jî, bi hêza ji pêşeng û şehîdên me girtî, van her du hevrêyên me sekneke milîtanî ya cewherî û fedakarî nîşan dan û bi vê bawerî û daxwazê tevlî kar bûn. Li vê doza ku di oxira wê de xwîna xwe rijandine, mîna bi hezaran hevrêyên me, hevrê Canfeda û Dijwar weke nirxekî mezin nemir bûn û navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin."