BI DÎMEN

Nasnameya 14 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hatin eşkerekirin

HPG ya ku nasnameya gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir wiha got: “Di kesayeta hevrê Ferhat de hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin."

Navena Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê, nasnameya gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane eşerke kir. Di daxuayniyê de ev tişt tê gotin: “Dewleta AKP’ê ya ku di vî şerî de nikare bi ser bikeve, şêwaza xwe ya berê diguherîne û ligel ku dizane wê gelek leşkerên wan jiyana xwe ji dest bidin, di dûmahîka zivistanê de leşkerên xwe ji bo îmhayê şandin ser hêzên me. Wezîrê karên hundir ê dewleta mêtinger ê ku pişta xwe bi van operasyonan girêdaye, gelek caran gotiye ku di Nîsanê de wê kes nikaribe navê PKK’ê jî bibêje. Bi vê mebestê, ji bo ku bigihêje armanca xwe, di demên dawîn de leşkerên xwe şandiye lûtkeyên Zagrosê yên ku bi metreyan berf lê heye û operasyon daye dest pê kirin. Ji leşkerên di nav berfê de gotine ‘yan herin bimirin, yan jî herin bikujin’. Di van operasyonan de gelek leşker ji serma qefilîne û gelekê wan jî di şer de hatine kuştin. Dewleta AKP’ê ev tiştên hanê ji raya giştî veşartiye. Dewleta AKP’ê di van operasyonan de jî bi ser neketiye.”

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, bi saya berxwedana şehîdên me yên qehreman, bi moral û performanseke xurttir ketiye demsala biharê. Şehîdên me yên qehreman ên ku di zivistanê de Dewleta Tirk têk birin, bi fedakarî, cesaret û jêhatîbûneke Apoyî sekn û helwesteke fedaî nîşan daye. Di meha Adarê de berxwedana hêzên me yên li Amed, Xerzan, Dêrsim û Mêrdînê kiriye ku operasyonên dijmin di asta şerê psîkolojîk de bimîne. Berdêlên ku hêzên me dane dibin sedem ku bi sedan fedaîyên me bi moral û motîvasyonên xurt, tolê bistînin.”

’14 HEVRÊYÊN XWE BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN’

“Yên ku dibêjin ev qas dem temenê PKK’ê maye baş dizanin ku giyanê mîlîtanî û berxwedêr ê PKK’ê dikare çi û çi bike. Hemû hewldanên wan ji bo vî tiştî ye ku, nehêlin gelek kes hay ji vê qudret û meşa serkeftî nebin. Ji ber vê jî dewleta AKP’ê ya ku dixwaze di şerê psîkolojîk de bi ser bikeve, tekane rê li ber wê maye ku vê têkçûna xwe veşêre. 13 rêhevalên me yên li jêr fermandariya heval Ferhat de li Dêrsimê ji şertên herî giran de bersiv dane êrîşên îmhayî. Di vê berxwedanê de ya ku gelek rêhevalên me yên li wê qadê pêngavên xurt kirine û derbe li dijmin xistine, em 14 rêhevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG’ê di daxuayiyê de bal kişand ser van xisûsan:

“Hevalê me Ferhat jî ku bi kedeke mezin tevlî nav nirxên me yên têkoşînê bûyî, bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 20 salan zêdetir bi çoşî û kelecanekê jiyayî jî, di van operasyonan de şehîd bû. Heval Ferhat ku li herêma Zapê sala 1997’an li dijî operasyona dewleta Tirk helîkoptêrek anîbû xwarê ku tê de 11 leşker hebûn, salên piştî vê jî bi şêwaza xwe ya milîtanî bûye fermandarekî mînak ku derbên giran li dijmin xistî. Heval Ferhat di jiyana xwe ya têkoşînê de zîrektî û vîna xwe dikir yek, di xebatên şoreşa azadiyê ya Kurdistanê de bûye xwedî helwesteke wiha ku bi rengê herî bihêz pêşengî kiriye.  Heval Ferhat ku di xebatên serkeftî de keda wî hebû û bi keda xwe bersiv dida perwerdehî û bendewariyên partiyê, li dibistana Navendî ya Partiyê jî ku Rêber Apo bi lêhûrbûnî perwerde dida, perwerede bûye.

Heval Ferhat ku jiyana xwe ya domdirêj a têkoşînê bi hişmendiya felsefîk a kûr û lêgerînên watedarkirinê tim zindî dihişt, ji ber encama van taybetmendiyên xwe kodê Kûantûm Ferhat jî girtiye.  Heval Ferhat ku di ramanê de qet rawestîn qebûl nedikir, di hemû pratîka xwe ya gerîlatiyê ya Başûr û Bakurê Kurdistanê de taktîk û şêwaza şer a dijmin daye ber rapirsînê û bûye yek ji pêşengê me ku dahûrandina vî tiştî kirî. Heval Ferhat, zarê dilêr ê Dêrsimê ê di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, bûye yek ji van hevalên me ku fermandarê hevrêyê me bû, bi jiyana xwe ya milîtanî ya 23 salan jê dihate hezkirin, bi helwesta xwe hurmeteke mezin jê re dihate nîşandan. Em di şexsê hevrê Ferhat de şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin, em li ber hemû raya giştî soz didin ku em ê zemîna serketinê ya ku wan bi şehîdbûna xwe afirandine, şayanî wan binirxînin.”

 

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bahoz Serhat

Nav û Paşnav: Ozkan Ozmen

Cihê Jidayîkbûnê: Erzirom

Navê  Dê - Bav: Fatma - Giyasettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

 

Nasnav: Demhat Yilmaz

Nav û Paşnav: Hamdullah Bîlek

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dê - Bav: Hûrîye - Halît

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Demhat Mûnzûr

Nav û Paşnav: Sefkan Gun

Cihê Jidayîkbûnê: Dêrsim

Navê Dê - Bav: Makbûle - Tûrgût

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Erdal Riha

Nav û Paşnav: Îsmaîl Polat

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Navê Dê - Bav: Salîha - Salîh

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

 

Nasnav: Ferhat Çem

Nav û Paşnav: Yûsûf Dogan

Cihê Jidayîkbûnê: Dêrsim

Navê Dê - Bav: Çîçek - Velî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Kûrtay Faraşîn

Nav û Paşnav: Beraat Ekîncî

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê Dê - Bav: Rûşen - Mûrat

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Necmî Gabar

Nav û Paşnav: Gurgun Aşcan

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dê - Bav: Esma - Şemsettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Rêber Harûn

Nav û Paşnav: Omer Aras

Cihê Jidayîkbûnê: -

Navê Dê - Bav: Gulnaz - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

 

Nasnav: Serxwebûn Dêrsim

Nav û Paşnav: Murat Gungormuş

Cihê Jidayîkbûnê: Dêrsim

Navê Dê - Bav: Halîse - Kazim

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Şervan Êrîş

Nav û Paşnav: Velat Aslan

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dê - Bav: Sidîqa - Hamza

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Şoreş Koçer

Nav û Paşnav: Bahrî Sule

Cihê Jidayîkbûnê: Bedlîs

Navê Dê - Bav: Melîke - Aydin

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

Nasnav: Şoreş Ararat

Nav û Paşnav: Tûran Arslan

Cihê Jidayîkbûnê: Agirî

Navê Dê - Bav: Herdem - Tahîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

 

Nasnav: Xebat Amed

Nav û Paşnav: Mustafa Dersan

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dê - Bav: Remzîye - Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017

***

 

Nasnav: Zinar Stêrk

Nav û Paşnav: Eyup Yildiz

Cihê Jidayîkbûnê: Batman

Navê Dê - Bav: Nesîbe - Ayhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 26’ê Adarê 2017