Di êrîşa Îranê ya li ser PDK-Î û HDK’ê de 21 kes mirin

Di êrîşa rejîma Îranê ya li dijî navenda PDK-Î û HDK’ê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da.

Detayên êrîşa rejîma Îranê yal i dijî navenda Partiya Demokrat a Rojhilat (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) hatin eşkerekirin.

Êrîşa bi fuzeyên nîşangir ên ji Şîno ya girêdayî bajarê Ûrmiyê ya Rohilatê Kurdistanê hatin avêtin, 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 12 jê rêveberên ji her du partiyan ên di nava civîn de bûn. Hê jî nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nehatiye zelalkirin. Hate ragihandin ku 9 kesên din jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.

ÎRANÊ BERÊ HIKÛMETA HERÊMÊ ‘HIŞYAR’ KIRIBÛ

Di mehên zivistanê de Îranê daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kiribû ku her du partiyên siyasî bixin di bin kontrolê de, berovajî vê wê êrîşî navendên li Hewlêr û Silêmaniyê bikin.

Li hemberî gefan Îranê êrşên her du hêzan a li ser Îranê dabû nîşandan. Rejîma Îranê eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzên herdu partiyên siyasî dersînor nekin wê ji herêma Hecî Ûmran heta Kêlaşînê êrîşan bidin destpêkirin, ji bo valakirinê jî tehdîd kiribû.